ZAXO – Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, balafirên şer yên Tirk di derdora saet 09.00’ê sibehê de girên derdora gundê Şeraniş ya ser bi qezaya Batûfa ya girêdayî navçeya Zaxoyê bombebaran kirine.
Heya niha têkildarî zirer û ziyanên êrîşa hewayî ya li dijî Şeranişê ti zanyariyek bidest neketiye.
Zaxo girêdayî parêzgeha Duhokê ye.