BEDLÎS – Walîtiya Bedlîsê li 10 gundên girêdayî navçeya Tetwanê ya Bedlîsê qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexe li gundên Xorodents, Gançars, Karvan, Çankes, Salis, Kiryas, Engasor, Çanas, Boblesur û Ozeklî yên girêdayî Tetwanê hat îlankirin. Walîtiyê ragihand ku qedexe saet di 05.00’an de daye destpêkirin û dê heta êvarê saet 20.00’an bidome.
Hat zanîn ku îlankirina qedexeyê re li herêmê operasyona eskerî jî dest pê kiriye.