COLEMÊRG – Ciwanê 24 Salî Samî Bartin ê xwest bi duçerxê biçe mîhrîcana gundê Oremar a navçeya Gevera ya Colemêrgê, ket Çemê Avaşîn. Xizmên Bartîn ê ket Çemê Avaşin herikin cihê bûyerê. Ligel ekîbên ambûland û agirkuj, ekîbên AFAD’ê jî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî lêgerîna bi saetan cenazeyê Bartin nêza pira ket avê hat dîtin.
Cenazeyê Batin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.