NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Mala Êzîdiya ê Herêma Cizîrê Siyad Evdal derbarê kar û xebatê xwe yê Mala Êzîdiyan de ji Ajansa me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Mala êzîdiya di sala 2012’an de hate vekirin, bê guman ev armanc berê hebû ku maleke êzîdiya were vekirin ji Êzîdiyên Rojava re, wê demê rêjima baas nedihişt, kirin mijarê Siyasî ji bo wê jî qedexekirin. Piştî Şoreşa azadiyê me jî ev mala Êzîdiyan vekir di sala 2012’an de û di heman demê de li Efrînê jî hebu bi navê Yekîtiya Êzîdiyan ev her du hev du temam dikirin. Me têkilî bi Şengalê re çêkiriye li ser esasê ku çi êzîdiyên werin rizgarkirin em wan teslîmî malbatên wan bikin, her 2 salan em Kongera Mala Êzîdiya li dardixin.
Evdal di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; Girîngiya vê Kongereya Ciwanên Êzîdî, me jî wek Mala Êzîdiyan cihê xwe di Kongirê de girt, Em girîngî didine wê Kongira Ciwanên Êzîdî û wateya wê jî ji bo me pir mezin e, ji ber ku bingeha Civakê Ciwanên, li Şengalê ê ku ew sîstema Desthilatdar, Baviksalarî, Kapîtalîst, bişkîne Ciwanên ji bo wê rola Ciwanên Êzîdî pir girînge ji bo Civaka Êzîdî. Ji xwe ji 3’ê meha 8’an 2014’an ku wek roja reş em binav dikin ferman li Şengalê rabû bi dagirkeriya hemû dewletên navdewletî û heta hikumeta İraqê jî. Ji bo wê jî em wek mala Êzîdiya me jî xwe berpirsyarî dît ji bo ku em jî barekî rakin ji van barê Komkujiyê, hejmarê ku heta niha hatî girtin ne diyare, ne hikumeta Iraqê ji xwe re erk didît ku bibe alîkar û ne jî hikumeta herêmê a Başûrê Kurdistanê dîtiye. Hejmara ên ku hatine revadin 6,614, di heman demê de bi sedan kes ji gorên koman derketine ji bo wê jî hejmar heta niha tam ne diyare. Hejmara heta niha hatin rizgarkirin ji Jin û Zarokan 3000, hejmara a kesên winda bûne 3,614 hundane. Ev kesên ku hatine rizgarkirin bi saya Şervanên QSD’ê û YPJ’ê hatin rizgarkirin. Kesên ku hatin rizgarkirin jî hîna dibin wê tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê de mane, baweriya xwe, malbatên xwe, rastiya xwe qebûl nakin wan wek kafir dibînin, ji bo vê yekê jî di vî alî de em pir êş dikişinin heta ku rastiya xwe nasbikin. Hejmara kesên ku hatin rizgar kirin di hemleya Bagêra Cizîrê de 300 bûn piraniya wan jî Jin û Zarokbûn.
Evdal di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman û got; Ev Polîtîkiya ku dewletên derve derxistine bi navê alîkariyê ku her Êzîdiyên werin rizgar kirin wan derxînin derveyê welat, em wek mala Êzîdiya li dijî vê polîtîkayê ne ji ber ku ev dibe asîmîlasyon ji Êzîdiyan re, ji axa xwe durdikevin ne başe, dimînin bê perwerde kirin û wê dibin wê bandora tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê de bimînin. Pêwîste di axa xwe de bibin bîrwer. Ew kesên ku derketin derveyê welatê xwe ev polîtîka dewletê ji xwe re qebûl kir û xwe ji Cewherê xwe durxist ev xeteriyeke mezine ji bo wan.
NC \ NUDA ELEFTERYA