HESEKÊ – Bi wesîleya salvegera 101’emîn a komkujiya Sêfo Ciwanên Suryan ên Pêşverû merasîmek li Komeleya Çanda Suryan a taxa Nasira ya bajarê Hesekê lidar xist. Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Meha Şabo, Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efafê Heskî, Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û bi dehan şêniyên bajarê Hesekê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Rêvebera Ciwanên Suryan ên Pêşverû li Sûriyê Meryana Îsa axivî û anî ziman komkujiya Sêfo li herêmên din ên Sûriyê mîna Efrîn dûbare dibe ku dagirkeriya Tirk kuştinê, talankirin û guhertina demografîk dike.
Meryana Îsa got, komkujiya Sêfo wê ti carî neyê jibîrkirin.
Piştre, Koma Înana “Şanoyek bêdeng” pêşkêş kir, Hîbna Îsra helbestek bi navê “Qîrîna Gel” got. Her wiha şanoyek bi navê “Em ji bîr nakin” hate pêşkêşkrin.
Di dawiya merasîmê de pêşengeke wêneyan ku balê dikşîne ser komkujiya Sêfo hate pêşandin.