ŞIRNEX – Cenazeyên kesên ku dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê hatin kuştin, li goristanên bêkesan tên rawestandin. Cenazeyê endama YPS’ê Hazal Aslan ku dema êrîşên “Jêrzemînên Wehşetê” di 16’ê Sibata 2016’an de hatibû qetilkirin û şewitandin, piştî 40 mehan hat teşhîskirin û radestî malbatê wê hate kirin. Malbata Aslan ku piştî rakirina qedexeyê ji bo girtina cenazeyê keça xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Cizîrê dabû, piştî 40 mehan hîn bû ku cenazeyê keça wan li goristana bêkesan a Rihayê ye.
CENAZE WÊ LI WANÊ WERE VEŞARTIN
Malbat Aslan piştî teşhîskirinê, cenazeyê keça xwe girt û ber bi Wanê ve ket rê.
Wê cenazeyê Aslan li goristana taxa Yenî Mahalle ya Wanê were veşartin.