QAMÎŞLO – Di çarçoveya amadekariyê 2’emîn Konferansa Ciwanên Kurd endamên Koordînasyona Ciwanên Kurd çûn serdana Partiyên Sîyasî ên Kurd. Endamên Meclisa Ciwanên Kurd di çarçoveya amadekariyê 2’emîn Konferansa xwe çûn serdana Partiyên Kurd. Endamê Meclisê çûn serdana partiya Partiya Aşitî, Partiya Keska kurdistan, Partiya Yekitiya Kurdistan, Partiya Yekitîya Demokrata Kurd li Suriyê, Partiya Çep ê Kurd Suriye û Partiya Komunîstê Kurdistan ziyaret kir. Di serdanan de ji bo xurtkirina xebatên amadekariya konferansê û ji bo bal kişandina li ser êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîqaş hatin meşandin.
Koordînasyona Ciwanên Kurd Partiyên ku serdana wan kir, ew vexwandin Konferansê û ji wan daxwaz kir ku başdarî xebatên amadekariyê bibin. Di hevditîna de êrîşên dagirkeriyê li ser Xakûrkê û tevahî xaka Başûrê Kurdistan hate şermezarkirin û helwestek yekbûyî hate dayin.
Endama Koordînasyona Ciwanên Kurd a Rojava yê Kurdistanê ji ajansa me re axivî û herdeqê amadekariyê Konferansê de ev agahî dan: “Em wek rêxistin û partiyê Kurd li Rojavayê Kurdistanê em beriya niha 2 salan Konferansa xwe lidar xist û Koordînasyona Ciwanên Kurd damezirandin. Em niha dixwazin piştî demek dirêj dîsa Konferansa xwe lidar bixin. Ev Konferansa 2’emîn wê di 30’ê Hezîrana 2019’an li Qamişlo pêk were. Armanca me ya serek ji vê Konferansê em yekbuyîna xwe hin xurttir bikin û kombûn hin befirehtir bidin avakirin. Bi vî rengî em hewldidin di nava partiyên sîyasî jî yekbuyînek bidin rûniştandin. Ji ber êrîşên dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistan em di rewşek awarte de derbas dibin, û di vê rewşê de Konferansek lidar xistin giringiyek xwe cuda heye.
16 PARTÎ Û 4 RÊXISTIN CIHÊ XWE NAVA KOORDÎNASYONÊ DIGRE
Hêjmare zêde ji partî û ciwanan di Koordînasyona Ciwanên Kurd de cihê xwe digrin. Bi giştî 16 partî û 4 rêxistin di nava vê Koordînasyonê cihê xwe digrin. Di çarçoveya amadekariyê Konferansê me ev partiyên ku cihê xwe di nava Koordînasyonê digrin û yê nagrin jî ziyaret kirin. Partiyên me serledana wan kir diyar kirin ku wê di konferansê de weki delege amade bin û wê endamê wan di xebatan de hin aktîftir tevbigerin. Bi konferansa xwe ya 2’emîn em ê Koordînasyona nû bikin, çalaktir bikin û li kiderê êrîş li ser axa Kurdistanê hebe em li dijî wê derkevin. Çi çalakî bê xwestin em wek Koordînasyona Ciwanên Kurd amade ne ji bo pêk anînê. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû ciwanan dikin ku werin tevlî Konferansê bibin. Em dixwazin wek Koordînasyon li her helê Kurdistan rêxistinbuyîna xwe bidin avakirin.
NC/Deniz Rizgar