NAVENDA NÛÇEYAN
Tundî di cîvakek de bi diyalektîkê re têkildar e, zext û zulm çiqas zêde bin berxwedan û vînparêz jî li hember tundiyê zêde dibin. Bi heman şêwê cîvakek çiqas zanedar bibin, dewlet û faşîzm jî ewqas zext û tundiya xwe zêde dike.
Li beramberî vê ji demên ku serdestiya faşîzma kujer û tacîzger a Akp’ê bigre heta van rojan îstîsmara jinê û tundiya fîzîkî û a civakê her ku diçe zêdetir dibe. Li hember van tiştan azadiya jinan û hêzên xweparêzî jî xwe pêş dixe. Di jiyanek nû de têkoşîna dijî hişmendiya serdestiya mêran ji jinan re wek alternatîfekî derdikeve holê.
Belê, lê ji hatina serdestiya Akp’ê heya îro li ser qetilkirina jinan çiqas zêdebûn derketiye holê?
Di domaniya serdestiya Akp’ê de qetliamê jinan di hejmareke ecêb de ye.
Di nav 17 salan de mafên 15 hezar û 34 jinan hatiye binpêkirin.
Di 2002’an de li Tirkiyê hejmara qetilkirina jinan 66 bû, ev hejmar ji sedî 392 zêde bû û di 2018’an de gihîşt 440’an.
Di rêbendana 2019’an de 43, di sibatê de 31 jin hatin qetilkirin. Ji roja serdestiya Akp’ya faşîst heye Adara 2019’an bi komî 15 hezar û 34 jin hatine qetilkirin.
Bêguman ên ku bingeha qetilkirina jinan amadekir Erdoganê faşîst û piştgiriyê wî ne. Teqez e ku ên bîrûbaweriya mêrê di nav civakê de werektî da mêran ew hişmendiya serdestiya mêrantiyê bû.
Heke em bi kurtasî gotinên Erdogan ên ku li ser tundiyê çi gotiye bînin bîra xwe:
“MA JINE AN KEÇIKE MIN PÊ DERNEXIST”
Di demên bûyerên Hopayê yê 4 Hezîrana 2011’an de ji bo ku protesto bike endamê navenda rêveberiya malên gelan “Halkevleri merkez yürütme kurulu” Dilşad Aktaş derketibû ser Panzerê, bi tundiya Polîsên faşîst ketibû û hestiyê qorikê şikestibû û Recep Tayyip Erdoganê faşîst ji Dilşad Aktaş re: “Ma Ew jin, kîz e an jin e ? Nizanim” gotibû û gelek bertek ragirtibû.
“TUNDIYA LI SER JINÊ TÊ FIRANDIN”
Erdoganê dijminê jina di 7’ê Gulana 2011’an de axixî bû. Ji bo tundiya jinê da ku di demên Akp’ê de ji sedî 1400 tundiya li ser jinan zêde bibû “Tundiya li ser jinê tê firandin” gotibû û pê re jî wezîrê polîtikaya civakî ya malbatan (Aile sosyal politikalar bakani) Fatma Şahîn “Medya bûyeran pir mezin dike, tundiya li ser jinê ji kesan re tê bijartin” gotibû.
“EZ JI WEKHEVIYA JIN Û MÊR BAWER NAKIM”
Di 20 Tîrmeha 2010’an de Erdoganê ku bi rêxistinên jinan re hatin cem hev û “ Ez ji wekheviya jinan û mêran bawer nakim, Jin û mêr ji hev cûda ne û temamkerên hevin” û “Wekheviya jin û mêrî berovajê fitratê ye.” Gotibû û wek şokê bandor kiribû.
Kuştina Munever Karabûlût: “Heke tu li keça xwe xwedî dernekevî an ê bi defvan, an jî bi zirnevan re…”
Jin çibû? Ê ku tim divê were binçavkirin, heyîneke ji parxanê mêrê hatiye afirîn, gunehbar, şeytan û heta ku pîresêreke ku derfetê bidin xerabiya herî nexweş bike… Dewleta ku bîrûbaweriya serdestiya mêrê ye wekî ku têrê nekiribe kujerên ku jin qetilkirine, ji qurawetê an jî ji rewşa başiyê û an go ji ber poşmaniyê xwe ji çûyîna ber bi kêmkirina cezayê ranagrin. Helbet ji jina ku li hemberî kujerê xweparêziya xwe kiriye re jî cezayê gitîgehê yê sermendî dixwsxin û didin. ( mînak: Nevîn Yildirim)
Jina ku li cem Erdogan bisekine divê koletiyî û pê ve girêdabûnê kebûl bike.Her jina ku dijî wî be ji serdestiya wî re tehlûke ye û jina bi exlakê nebaş e!. Wekî ku me di serî de gotibû her ku diçe tundî û hewşîtî zêde dibe, lê divê sekna dijî vê çi bibûya.
Tiştê herî baş xwezanîn e û sekina jina li hemberî faşîzma dewletê ye. Divê em dijî tundiya fîzîkî, civakî, ramanî û helwestê bigrin. Her ku diçe serdestiya Faşîzma Akp’ê tundiya li ser jinê zêdetir kamûflaj dike. Qaşo tevgera beşa jinan a ku afirandiye bi giştî modela jinên ku girêdayî mêrê ne û dixwaze vê modelê bike rastiya cîvakê û jinên cîvakê bi heman modelê ji nû ve dagire. Xwe jî ji vê tiştê paş nadin.
Dema ku dibêje tundiya li ser jinê tê firîn a rastî ji xeynî armanca ku tê wateya qetilkirinên jinan têrê nake ye. Mijara Jinên ku her meh tên qetilkirin di asteke ne kebûlkirinê de ye. Divê neyê ji bîrkirin ku rêxistinên jinan û xweparêziya jinan dê bingeha faşîzma Akp bihejîne. Delîla herî baş me di demên verxwedana grevên birçîbûnê de di berxwedanên dayikan de dît ku ez dibêjim. Bi heman rewşî di grevên birçîbûnê de berxwedana jinan, berxwedêrên ku çalakiyên cangorî pêşxistin carek din diyarkir ku rêxistinên xweparêzên jinan hişmendî û tevgera serdetên mêr pêve xera bike. Belê lê faşîzma Akp’ê bê tevger nesekînî û li hemberî qetilkirina jinan ê ku her ku diçû zêde dibû jin ji hev veqetand û kir du beşan. Ji jinên sergirtî re gelek rê hatin vekirinû ji jinên etekkin re jî “ma qet sucê jinên etekkin tunene” hat gotin û tecewîz dihat asayîbûn. Wekî ku neheqiya li jinên sergirtî hat kirin me qebûl nekir, em li van rojan jî neheqiya tundî û zexta li ser jinê qebûl nakin. Ewil divê em sekina li hemberî tundî û zextê xweparêziyê pêş bixin.
Divê neyê jibîrkirin ku faşîzîm çima evqas bi ser jinê de diçe, ji ber ku jin xîmê bingeha cîvakê ye. Çiqas jin ji rastiya xwe û vîna xwe were ji dûrxistin, ên ku tune dibe cîvak dibe. Wekî ku Rêberê Gelan Birêz Abdulah Ocalan balê kişand, Faşîzma Akp’ê a ku qetilkirina jinan afirandiye bixwe sedema şoreşê ye. Bi ramana di bîrbîra sekna jianan de ewil ji berxwedanên jinên cîwan û saziyên ku ji bo azadiya jinan di têkoşîne de ne divê bi e mijara wan a sereke.
NC/Faraşîn Sîdar