EDENE – Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Edenê, 17’ê Hezîranê li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, li Edene, Entalya, Nîgde û Mêrdînê operasyon hatibû kirin, 6 jê zarok 33 kes hatin hatibûn destgîrkirin. Ên ku hatibûn destgîrkirin birin Edliyeya Edene.
Gaffar Meşe, Nûrî Erol, Rêber Kiliç, Pinar Bozan, Cîgerxwîn Guven, Yasîn Çîgdem, Elîf Uçar û Mehmet Şerîf Yeşîl bi şertê ku bi daxwaza ku bi kontrola edlî werin berdan birin Dadgeriya Cezayê ya Silhê.
Dozgeriyê li ser Rêveberê Bajêr ê Edene yê DBP’ê Halît Şaşmaz û Bayram Ektrîrek, Burhan Erol, Mahmût Kaplan, Helbest Canel Olgaç, Abdullah Ayriç, Saadet Çelîk, Berfîn Dogan, Salih Filîztek, Doguş Kanter, Bariş Aydin, Alîşan Kiliç, SelmanŞen, Bîlal Çelebî, Amed Tayar, Bahattîn Ayraç û Eyûp Şendûr, Muhammed Enes S., Ahmet B., Osman A., Orhan G. , Serhat D. û Melîke Y., bi îfadeyên şahidan tespîta têkilîdanînê hincet hate nîşandan û bi îdîayên ku ”endamên rêxistinê ne’ û ”li ser navê rêxistinê tevgeriyane” bi daxwaza girtinê şandin Dadgeriya Cezayê ya Silhê.
Dadgeriya Cezayê ya Silhê, Şamaz, Dogan, Şen, Erol, Ayriç, Ayraç û Çelîk bi îdîaya ”endamên rêxistinê ne” û ”li ser navê rêxistinê tevgeriyane” hatin girtin.
Dadgeriyê 2 zarok bi cezayê girtina nav malê û yên din bi şertê kontrola edlî berdan.