NAVENDA NÛÇEYAN
Gerîllayên Azadiya Kurdistan li dijî artêşa dagirker a dewleta tirk çalakiyên xwe ên dîrokî didomînin. Dewleta dagirker bi hemû derfetên xwe li herêma Geverê ya Colêmergê, li eyaleta Serhedê û cihên wek herêma Xakurkê li beramberî berxwedana hêzên gerilla rû bir û maye.
Artêşa dagirker ku tenê bi teknîka xwe dikare leşkerên xwe pêş de bibe, li ser rûyê erdê nikare li hemberî hêzên gerilla şer bike û wendahiyên mezin didin. Ji bo ku dewleta dagirker xwe li ser piyan bêhele, hemû hebûn û hêza xwe xistiye wan operasyonên dagirkeriyê. Ruxmê kêm derfetên gerîlla, çalakiyên bi rihê fedayî li hemberî dijmin tê lidar xistin.
Li gorî agahiyên ku HPG-BÎM daye raya giştî hêzên Gerîlla li herêma Geverê ya Colêmergê derbên giran li dagirkeran dide. Di nava 15 rojan hêzên Gerîlla 22 leşkerên dagirker, 2 jê ê payabilind û 2 kontra kuştiye. Her wiha hejmarek mezin ya ne diyar leşkerên dagirker birîndar bûne. Hêzên Gerîlla bi çalakiyên xwe ên dîrokî gelek bargehên dijmin ruxandiye.