QAMIŞLO – Welatiyên Qamişlo ji bo bal bikişînin li ser êrişên dewleta tirk ên dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê yên wek herêmên Xakurkê, Sîdekan û Biradost ji aliyê Rêveberiya Kantona Cizirê ve li bajarê Qamişlo li qada Şehîd Xebat ya li taxa Hilîliyê çalakiyek hate lidar xistin. Beriya ku çalakî destpê bike li ser giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin.
Beşdarên çalakiyê, pankartên “Êrîşên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewama komploya qirêj a li dijî netewa demokratîk e”, “Bi rihê Serhildana Şeladizê em ê dagirkeriya Tirk hilweşînin, Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin” û ” Ji Efrîn heya Biradost na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” Ji Efrîn heya Biradost na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” vekiribûn û dirûşmeyên “Bijî vîna gelan û ji dagirkeriya re na” berz dikirin.
Hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis axivî, şehîdên Komkujiya 25‘ê Hezîrana 2015‘an li Kobanê bi bîr anî û got: “Dewleta Tirk a dagirker vîna gelên aştîxwaz dike hedef, lew re bi hemû rê û rêbazan şerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ji be rev gel bûye nimuneya yekîtî û hevgirtinê û teror têk bibin. Gelê herêmê ji cîhanê re dan xuyakirin ku projeya netewa demokratîk dike aştiyê pêk bîne û aloziyên herêmê çareser bike, lê dagirkeriya dewleta Tirk di siyasetên xwe yên dagirkirî û guhertina demografî li Efrînê de berdewam e.”
Herwiha Amed Botan ji wiha got:”Em wek Tevgera Ciwanan êrîşê dewleta tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Bangawaziya me ji bo tevahî ciwan û gelê Kurd, pêwiste li dijî dagirkeriyê em hemû bibin yek hêz. Heya yek dilop xwîn di laşê me de hebe em ê li hemberî dagirkeriya dewleta tirk şer bikin. Dewleta tirk a dagirker çiqasî êrîşî gelê Kurd bike wê tucari vina me nikaribe bişkine. Pêwiste em ciwan xwedî li axa xwe û gelê xwe derkevin.”
Li ser navê Ciwanên Komunîst ê Şoreşger Serhed wiha got: “Di serî de em êrîşên dewleta tirka a dagirker li ser Xakurkê û Efrînê şermezar dikin. li dijî dagirkeriyê em hertim yek hêz bin û em ê hertim welatê xwe biparêzin. Ne tenê dewleta tirk a dagiker, çi dewlet êrîşî xaka me bike em ê li hemberî ev dewletan bisekînin.
Çalakî bi dirûşmeya şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana gelên herêmê bi dawî bû.