BRADOST – Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewlata Tirk ji 14’ê Hezîranê vel li Bînarê Qendîlê kon vedan û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin.
Çalakvanên Meralên Zindî piştî li Qendîlê çalakiya xwe bi serkeftî da despê kirin, di 24’ê Hezîranê derbasî Bradostê qada şer ya germ bûn. Çalakvanan daxuyakirin ku ew ê li Bradostê cihê ku dijmin herî zêde êrîşên xwe berfireh kiriye çalakiya xwe bidomînin.
Çalakvanên ku li Bradostê çalakiya xwe didomine bi şiyara “Ji Dagirkeriyê re Na” bang li hemû Ciwanên Başûrê Kurdistan kir ku li dijÎ dagirkeriya dewleta tirk rabin ser piyan û beşdarî çalakiyê bibin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de PDK’ê û xeta wê ya îxantê şermezar kir û bang kir ku li nirxên Kurdistanê xwedî derkevin.