BRADOST – Ji beriya demek kurt carek din balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Goşîne ya li herêma Biradost bombebaran kirin. Li gorî zanyariyên bi destketine, êrîş li dijî deverek li nêzî cihê koçeran pêkhatiye.
Êrîşên hewayî yên balafirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li herêma Biradostê dewam dikin. Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine wergirtin, ji beriya demek kurt balafiran li nêzî devera Goşîne ku koçer lê ne bombebaran kiriye.
Îro ev sêyem care balafirên şer herêma Biradost bombebaran dikin.
Heya amadekirina vê nûçeyê jî bombebaran berdewam dikir.
Wê zanyariyên nû werin..