DÎLOK – Li navçeya Karkamişê ya Dîlokê Verdî Uzunaslan (17) ê ji bo xwe hênik bike ket ava Çemê Firatê fetisî. Uzunaslan bi avê re çû û ji ber çavan winda bû. Li ser gilîkirinê komên rizgariyê hatin û cenazeyê Uzunaslan ji çem derxistin. Cenazeyê Uzunaslan ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî û piştî otopsiyê malbatê cenazeyê zaroke xwe wergirt û bir veşart.