NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di çarçoweya xebatên xwe de Kovara hejmara 49 a bi navê YPJ STAR bi şiyara “Bi Rihê Leyla û Bi Hêrsa Avesta’yan. Em Xwe Ji Nûve Ava Bikin Dagirkeriyê Têk Bibin” li darxistin. Kovara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi naverokên xwe yên dewlemend bi Zimanê Kurdî û Erebî xwe digihêjîne xwendevanên xwe.
Di hejmara 49’an de Edîtorya ya Kovarê wiha behsa naveroka Kovara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dike; “Kovara me ya vê mehê jî bi taybet me li ser girîngiya konferansa 2. ya YPJ’ê amade kir. Me hewil da ku atmosfera ku di konferansê de hat jiyîn cardin nîqaşên ku hatin kirin bi we re ragihînin. Cardin di kovara xwe ya vê mehê de me cih da perspektîfên Rêber APO yên di konferansê de hatin xwendin, nêrînên şervanên ji pêkhateyên cûda, çavdêriyên me yên di konferansê de nêrînên dayîkên şehîdan û di derbarê girîngiya 19 Tîrmehê de mijar hatin diyar kirin û li gor wê kovar hat amade kirin. Di heman demê de peyama Tevgera Azadıya Jinên Kurdistanê ya ji bona Kongreya 1. ya Gaziyên Rojava jî di kovara me ya vê mehê de cih digre. Em hêvîdarin ku hûn van nirxandinên hêja bişopînin û em jî wek xebatkarên kovara YPJ Star ji hêviyên we re bibin bersiv.”
NAVEROK
Şer Ne Di Eniyê De Di Mêjî Û Hestan De
Tê Ser Xistin (Rêber APO) ……………………… 3
Emê Xwe Bighînin Rastiya Şervantiya Ku
Rast Jiyan Dike, Rast Şer Dike ( Fermandarıya
Gıştî)………………………………………………………….7
Destpêkê Rewşên Ne Diyar Hebûn Lê
Hêviyên Me Mezin Bûn (Tolîn Ekîn) ………….. 8
Şoreşa 19 Tîrmehê Bi Rihê Kezî Dirêjan
Bi Ser Ket( Rohilat Amanos)………………………..12
Di Rojhilata Navîn De Bûyîna Aktorê Yekem
(Heyfa Erebo)…………..…………………………14
Parastin Pisporbûn Ji Her Demê Zêdetir Vê
Demê Girînge (Nûda Lîlon)……………………..17
Em Bê Zarok, Dê Û Bav Dibin, Em Bê Welat
Nabin…………………………………………….…….19
Em Li Vir Şahidiya Dîrokê Dikin……….……21
Ji Bo Kongra Yekemîn Ya Gaziyên Rojava
(Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê)…….…24
YPJ Hêviya Dayîk Zarok û Hemû Jina ye
(Ülkem Bahoz)…………………………………….. 25