HELEB – Piştî bidawîbûna turnuvaya koman bi tevlibûna 12 tîman, di dawiyê de 8 tîm derbasî çaryeka dawîn a turnuvayê bûn. Îro çaryeka dawîn bi du maçan destpê kir.
Maça yekemîn di navbera her du tîmên MSD û Golaavjeniyê ya Helebê de destpê kir. Di dawiyê de tîma MSD`ê bi 7-2 biser ket.
Maça duyemîn jî di navbera Yekîtiya Werzîşê û Desteya Hilberîneran (munticîn) de destpê kir. Di dawiya maçê de tîma Desteya Hilberîneran bi encama 12-7 biser ket.
Li ser wê her du tîmên MSD û Desteya Hilberîneran derbasî nîva dawîn bûn.
Tê payîn her çar tîmên ku bi serketine dê sibe di nîva dawîn a turnuvayê de bilîzin.