NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, şervanên HRE’yê li gundê Birç Heydar a Şêrawayê li hêzên dagirker ên Tirk û komên wê yên çete xistin.
Der barê encamên çalakiyê de agahî nehate wergirtin. Tê payin ku HRE piştre daxuyaniyê biweşîne.
Li Şêrawayê HRE 25’ê Hezîranê çalakî pêk anî bû û di encamê de leşkerekî Tirk hatibû kuştin 3 leşker jî birîndar bûbûn.