RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
Têgîna femînîzmê bi Tirkiya xwe tê maneya ‘tevgera jinîtiyê’. Ji lewra bi temamî rengê pirsgirêka jinê nade û dijberê wê jî weke mêrîtiyê were tesewirkirin wê hê bêtir meseleyê sêr bike. Mîna ku maneya bi tenê ‘jina bindest a mêrê serwer’ nîşan dide. Lê rastiya jinê hê berfirehtir e. Ji cinsiyetê wêdetir şaxên wê yên berfireh ên ekonomîk, civakî û siyasî hene. Eger em têgîna mêtingeriyê ji çarçoveya welat û neteweyan derxin û daxin asta komên mirovan, mirov bi hêsanî dikare statuya jinê weke mêtingeha herî kevin terîf bike. Bi rastî, ti diyardeyê weke ruh û beden bi qasê jinê mêtingerî nas nekiriye. Divê baş were fêhmkirin ku sînorên jinê di statuyeke mêtingehê de tê hiştin ku bi hêsanî mirov nikare diyar bike.
Çawa ku di tevahiya zanistan de heye, di zanista civakî de jî vegotina mêrtiyê mohra xwe lê xistiye û rêzên vi zanistê de behsa jinan dikin bi nêzîkatiyên propagandîf ên hîç behsa rastiyê nakin tijî ne. Statuya rastî ya jinê bi van vegotinan mîna dîrokên şaristaniyê yên çînî, mêtinkarî, zordestî û êşkenceyê dinixumînin belkî jî çil qat ji wan zêdetir dinixumîne. Li şûna femînîzmê têgîna jineolojiyê (zanista jinê) belkî çêtir bersiva armancê bide. Diyardeyên jineolojiyê derxe holê bi herhalî wê der barê gelek beşên teolojî, eskatalojî, polîtîkolojî, pedagojî û welhasil heta sosyolojiyê de ji loji’yên wan kêmtir xwedî pareke rastiyê nebe. Hem ji aliyê fizîkî ve hem jî ji aliyê maneyê ve jin beşê herî berfireh ê xwezaya civakî pêk tîne û ev ne ya guftûgoyê ye. Hingê çima ev parçeyê herî girîng ê xwezaya civakî nebe mijara zanistê? Sosyolojî gelek beşên xwe hene û heta pedagojî jî beşek ji wê ye, û der barê perwerde û hînkirina zarokan de ye. Zanisteke evqas hatiye dabeşkirin çima jineolijiyê pêk nayne û gelo ev xusûs ji vegotina wê ya bi serweriya mêr û pêve bi tiştekî din tê ravekirin.
Heta xwezaya jinê di tariyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê rohnî nebe. Xwezaya civakî bi awayekî rastî û berfireh were rohnîkirin, hingê rohnîkirineke rastî û berfireh a xwezaya jinê mumkîn dibe. Ji dîroka mêtingehkirina jinê heta bi mêtingehkirina wê ya ekonomîk, civakî, siyasî û zêhnî statuya wê were zelalkirin, wê ev yekê bibe alîkariyeke mezin ji bo zelalkrina tevahî mijarên din ên dîrokê û civaka îroyîn.
Bêguman zelalkirina statuya jinê şaxekî meseleyê ye. Şaxê wê yê girîngtir der barê pirsgirêka rizgariyê de ye. Bi gotineke din çareserkirina pirsgirêkê hê zêdetir girîng e. Gelek caran tê gotin, asta azadiya giştî bi asta azadiya jinê re di weznekê de ye. Ev gotin rast e, lê ya girîng ew e, wê nava wê çawa were tijîkirin. Azadî û wekheviya civakî bi tenê wekhevî û azadiya jinê diyar nakin. Ji bo vê hewcedarî bi teorî, bername, rêxistin û mekanîzmayên çalakiyê heye. Ji vê jî girîngtir, xuya dike ku siyaseta demokratîk a bê jin nikare bibe, heta polîtîkvaniya çînî jî wê kêm bimîne, aştî û hawîrdorê jî neyê parastin.
Divê mirov jinê ji statuya ‘dayika pîroz, namûsa esasî, ya dest jê nabe, hevaleke bêyî wê nabe’ derxe û weke tevahiya obje-sûbje bixe ber lêkolînê. Bêguman beriya her tiştî divê mirov van lêkolînan ji keşmertiyên bi navê eşqê biparêze. Heta şaxê herî girîng ê lêkolînê divê rezîliyên mezin ên di bin navê eşqê de (di serî de destavêtin, kuştin, lêdan, dijûnên yek ji ya din sosretir) hatine veşartin pêşkêş bike. Gotineke Heredot heye dibêje “Tevahiya şerên Rojhilat-Rojava ji rûyê jinê de derketine.” Ev gotin bi tenê dikare rastiyekê rave bike. Ew jî ev e, weke mêtingeh bi nirx bûye, ji lewra jî dibe sedema şerên girîng. Jixwe dîroka şaristaniyê welê bû, lê modernîteya kapîtalîst hezar qat ji wê girantir û bi awayekî pirralîbûyî mêtingehkirineke jinê temsîl dike. Li nasnameya wê kola ye. Dayika tevahiya kedan, xwediya keda bêheqdest, karkera xwedî heqdesta herî kêm, ya herî bê kar, çavkaniya bê sînor a arezû û zordestiya mêr, makîneya zarokanînê ya nîzamê, pîrika mezinkirina zarokan, amûra reklamê, amûra seks û pornoyê, bi vî awayî mêtingehkirin dûvdirêj diçe. Kapîtalîzmê bi qasî ku di ti mêtinkariyê de mekanîzme pêşde nebiriye di mêtinkariya jinê de mekanîzma pêşxistiye. Herçiqasî bi dilê me nebe jî dubare dubare em li statuya jinê vedigerin û ev êşê dide me. Lê ji bo yên mêtinkarî li ser wan dimeşe zimanê rastiyan bi awayekî din nabe.
Tevgera femînîst li ber rohniya van rastiyan bêguman divê tevgera herî radîkal a dijberê sîstemê be. Tevgera jinê bi rewşa wê ya modern em dikarin reh û kokên wê bibin bispêrin Şoreşa Franseyê û piştî çend qonaxan karîbûye heta roja me ya îro bê. Di qonaxa pêşî de li pey wekheviya huqûqî beziyaye. Ev wekheviya tê maneyê îfade nake di roja me ya îro de bi awayekî berfireh pêk hatiye. Lê divê mirov baş bizanibe ku naveroka wê vala û pûç e. Mîna mafê mirovan, ekonomîk, civakî û mafên siyasî di mafên din de jî pêşketineke şeklî heye. Bi awayê xuya dike jin jî bi qasî mêran xwedî azadî û wekheviyê ye. Lê ya rastî, xapandina herî girîng jî di vî şêwazê azadî û wekheviyê de veşartiye. Bi tenê di dema modernîteyê de ne, di tevahiya demên hiyarerşîk û şaristaniyan de jin di hemû çaviyên civakî de ji aliyê zêhnî û bedenî ve dîl hat girtin û bi koletiyeke pirr kûr hat xebitandin. Ji bo azadî, wekhevî û demokrasiya vê jinê hewcedarî bi xebatên teorîk ên berfireh, têkoşîna îdeolojîk, xebatên proramatîk û rêxistinî, ji van jî girîngtir pêdivî bi çalakiyên bi hêz heye. Bêyî van, xebatên jinê û femînîzmê wê ji xebatên jinê yên lîberal ên ber dilê sîstemê xweş dikin wêdetir ti maneyê îfade nekin.
Muhtemel zanista jinê pêş bikeve, mirov çareserkirina pirsgirêkan bi mînakekê rave bike wê têra xwe me hîn bike: Divê mirov bizanibe ku xerîzeya hundir a cinsîtiyê yek ji şêweyên herî kevin a hînbûnê ye. Bersivê dide pêdiviya cinsê mirov ji bo zurriyeta xwe dewam bike. Ji ber ku derfet û îmkanên ferd ê jiyana bêserûbinî bijî nîne, xwe neçar dibîne weke potansiyela zêdebûnê xwe dubare di yeka din de pêk bîne. Ya jêre xerîzeya cinsî tê gotin ev e. Kengî ev potansiyel şert û mercên di cih de dibîne xwe zêde dike û jiyanê dewam dike. Bi awayekî li beramberî tehlûkeya qirbûn û mirinê dibe çare. Mîna dabeşbûna pêşî ya şaneyê ye. Şaneya yek e, xwe pirr dike û bi vî awayî xwe bê mirin dike. Eger em hê bi awayekî giştî bibêjin bûyer ev e, gerdûn li dijî valatî û tinebûna dixwaze wê daqurtîne xwe timî bi cûrbicûrkirinê zêde dike û bi vî awayî meyla xwe ya bêserûbinîbûnê di jiyana zindî de dewam dike.
Fer an jî ferda ev bûyera gerdûnî ya bi cinsê mirov dewam dike zêdetir jin e. Zêdebûn û pirrbûn di bedena jinê de pêk tê. Rola mêr di vê bûyerê de têra xwe talî ye. Ji lewra di dewamkirina zurriyetê de bi tevahî berpirsiyarî ya jinê ye û ev ji aliyê zanistî ve jî xusûseke tê fêhmkirin. Jixwe jin bi tenê cenînê di zikê xwe de hilnagire, mezin nake û nazê. Hema hema heta bi mirina xwe jî li zarokên xwe miqate dibe û bi awayekî xwezayî bi vê berpirsiyariya xwe radibe. Hingê encama pêşî ya divê em ji vê bûyerê derxin ew e, divê di tevahiya mijarên têkiliyên cinsî de ji sedî sed jin xwediyê gotinê be. Ji ber ku her têkiliya cinsî ji bo jinê bi awayekî potansiyel rê li pirsgirêkên giran ên nikaribe ji binî rabe vedike. Divê mirov baş fêhm bike ku jineke deh zarokan bîne ji aliyê fizîkî ve heta ji aliyê rûhî ve dikeve rewşekê heft xwezî bi mirinê.
Nêrtina zilam li seksualîteyê hê zêdetir berevajî û bêberpirsiyarî ye. Di vê de korkirina desthilatdariyê û cehalet di dereceya yekê de diyarker in. Herweha bi hiyarerşî û dewleta xanedaniyê re bûyîna xwediyê pirr zarokan ji bo mêr tê maneya bi hêzbûneke dest jê nabe. Pirrzarok bi tenê ji bo dewamkirina zurriyetê ne, mayîna weke desthilatdarî û dewletê misoger dike. Bi awayekî ji bo dewleta tê maneya yekdestdariya milk ji dest neçe, divê xanedanî mezin be. Bi vî awayî, hem ji bo hebûna biyolojîk, hem jî ji bo hebûna desthilatdarî û dewletê, jinê dikin amûrê anîna pirr zarokan. Ji bo jinê bingehê xeternak ên mêtingehkirinê bi yekemîn û duyemîn xwezayê ve girêdayî bi vî awayî tê amadekirin. Mirov hilweşîna jinê bi van herdu xwezayan ve girêdayî analîz bike gelekî girîng e. Hewce nake ku mirov zêde rave bike, di bin statuya vê xwezaya duber de mumkîn nîne ku jin ji aliyê rûhî û bedenî ve demeke dirêj zindî û nehilhilî li ser piyan bimîne. Hilweşîna rûhî û bedenî di zikhev de pêk tên û ev jî dihêle ku jin ji bo jiyana yên din dewam û têkûz bike, di berdêlê de jiyaneke bi qehr, kin û bi cefa jiyana xwe bi dawî dike. Gelekî girîng e ku mirov dîroka şaristanî û modernîteyê li ser bingehê vê rastiyê analîz bike û bixwîne.
Em wehameta pirsgirêkê ji aliyê jinê ve li aliyekî bihêlin. Şaxekî din ê pirsgirêkê heye ew jî pirsgirêka demokrafiyê ye ango zêdebûna şêniyan e. Bandora xwe bi awayekî giran li ser tevahiya xwezaya civakî û hawîrora ekolojîk dide hiskirin. Çi ji aliyê zanista jinê ve, çi jî ji aliyê tevahiya zanistên civakî ve yek ji dersên herî bingehîn a divê were girtin ew e, divê şênî bi rêbaza ‘hînbûna xerîzeyên hundir’ dewam neke, neyê mezinkirin û ji bilî hin rewşên îstîsnayî neyê piçûkkirin. Bi rêbazeke herî paşvemayî mîna xerîzeyên hundir dewamkirina zurriyetê û bi rêbazên zanistî yên tevahiya dîroka şaristanî û modernîteyê hatine pêşdebirin destekdan sedema bingehîn a zêdebûna sînornenas a şêniyan e. Cinsê mirov weke xwezaya civakî bi tenê bi rêyên xerîzeyên hundir, nexasim jî bi ajoyên cinsî hebûna xwe dewamkirin rewşeke gelekî paşvemayî îfade dike. Asta mejî û çandê ji bo hebûnên civakî bi naverokên pêşketî bê dewamkirin potansiyelên hînbûnê pêşkêş dike. Ferd û kom bi mejî û çandên xwe, bi saziyên xwe yên felsefî û polîtîk xwedî wan îmkanan in ku xwe demeke dirêj dewam bikin. Ango bi rêya xerîzeya hundir dewamkirina zurriyetê û pirrbûna mirov bi vî awayî maneya xwe namîne. Mejî û çanda mirov ji mêj ve ji vê rêbazê bihuriye. Ji lewra ji vê paşvemayînê bi awayekî bingehîn şaristanî û prensîba karê ya modernîteyê berpirsiyar e. Hîç şik û guman têde nîne ku pirrbûna zêde ya şêniyan DESTHILATDARÎ Û YEKDESTDARIYA ZÊDE ye; ew jî tê maneya KAR’a herî zêde û mezin. Tevahiya dîrokê cinsê mirov bi pirr zêdebûna xwe bi tenê civak ne, hawîrdor û xwezaya xwe jî aniye ber îmhayê û ji sedî sed ev encama DANEHEVA DESTHILATDARÎ Û SERMAYEYA KUMULATÎF û ev jî tê wê maneyê encama QANÛNA KARA ZÊDE ye. Sedem û tesîrên din hemû di dereceya talî û duyemîn de rol digirin.
Wê wextê ji bo çareserkrina pirsgirêka jinê ya ji niha ve bi qasî çiyan mezin bûye û pêşîgirtina li hilweşîna ekolojiyê berê pêşî divê pirsgirêka demokrafiyê were çareserkirin i di vê de berpirsiyariya bingehîn divê ya jinê be. Ji bo vê jî şertê pêşî divê jin tam azad û wekhev be; mafê wê yê tam ê siyasetkirina demokratîk hebe; di tevahiya têkiliyên bi cinsiyetê re pêwendîdar de gotin û îradeyeke tam heqê wê ye. Ji bilî van rastiyan, bi temamî wekhevî, azadî û rizgariya jinê, civakê û hawîrdorê pêkan nîne. Bi heman awayî bi şêwebûna siyaseta konfederatîf û siyaseta demokratîk jî mumkîn nîne.
Jin herweha weke hêmana bingehîn a civaka exlaqî û polîtîk, li ber rohniya azadî, wekhevî û demokratîkbûyînê ji aliyê etîk û estetîka jiyanê ve bi roleke heyatî radibe. Zanista etîk û estetîkê parçeyekî zanista jinê ye ku jê nabe. Ji ber berpirsiyariyên wê yên giran ên di jiyanê de jin ê di tevahiya mijarên etîk û estetîkê de hem weke hêza fikir û hem jî weke hêza bi cihanînê rê li pêşketin û gavavêtinan veke û ev jî ne ya guftûgokirinê ye. Têkiliya jinê bi jiyanê re li gorî mêr hê bêtir berfireh e. Asta pêşketina mejiyê hisî têkiliya xwe bi vê re heye. Ji lewra estetîk weke bedewkirina jiyanê ji aliyê jinê ve mijareke hebûnî ye. Ji aliyê etîkî ve jî (Teoriya exlaq, estetîk = teoriya bedewiyê) berpirsiyariya jinê berfirehtir e. Aliyên çê û xirab ên perwerdeya mirov, girîngiya jina û aştiyê, xeternakî û xirabiya şer, nirxandina pîvanên mafdarî û dadê, diyarkirin û gihiştina biryarê, ji aliyê civaka exlaqî û polîtîk ve jinê hê bi awayekî rastî û berpirsiyarî tevbigere. Ji ber ku ev li gorî xwezaya wê ye. Bêguman ez behsa jina qûqla û siya mêr nakim. Li vir ez a behsa wê dikim, jina azadî, wekhevî û demokratîkbûyîn dawerivandiye hinavê xwe û qebûl kiriye.
Zanista ekonomiyê weke parçeyekî zanista jinê were pêşdebirin wê hê zêdetir rast be. Ekonomî hê ji destpêkê ve şêweyekî xebata civakî ye ku jin ê bi awayekî bingehîn têde rol girtiye. Ji ber ku xwedîkirina zarokan li ser pişta jinê ye, ekonomî ji bo jinê maneyeke heyatî îfade dike. Jixwe maneya peyva ekonomiyê “qanûnên malê, pîvanên debara malê” ye. Ev jî eşkere ye ku karê bingehîn ê jinê ye. Ekonomî ji destê jinê hatiye stendin û ketiye destê tefekar, bazirgan, pere, sermayedar, desthilatdar-dewlet û rayedarên mîna axayan tevdigerin. Ev bûye derbeke mezin li jiyana ekonomiyê ketiye. Ekonomiya ket destê hêzên dijberê ekonomiyê, bi lez bû hedefa bingehîn a desthilatdarî û mîlîtarîzmê û tevahiya dîroka şaristanî û modernîteyê bû sedema sereke ya şer, pevçûn, pêxîrtengî û bihevketinên bê sînor. Di roja me ya îro de ekonomî, ji aliyê kesên têkiliya xwe bi ekonomiyê re nînin bi lîstikên kaxizan ji rêbazên qumarê xirabtir kirine qadeke lîstikê bi awayekî bê sînor nirxên civakî desteser dikin. Pîşeyê pîroz ê jinê ku ew bi xwe bi temamî li derveyî vê qadê hiştine, veguherandine pîşeyê makîneyên şer, amûrên trafîkê yên hawîrdor kirine jiyan lê nebe, îmalatxaneyên berhemên bêkêr ên ji bo karê û ti têkiliya xwe bi pêdiviyên bingehîn ên mirovan re nînin, lîstikên borsa, buha û faîzê.
Tevgera azadî, wekhevî û demokratîk a jinê ya dispêre zanista jinê û femînîzmê jî digire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bi rola sereke rabe. Divê mirov qîma xwe bi rexnekirina tevgerên jinan ên rabihuriya nêz neyne, zêdetir giraniya xwe bide ser dîroka şaristanî û modernîteya jinê zêdetir têkbirin. Eger di zanistên civakî de mijara jinê, pirsgirêka wê û tevgerên wê hema hema bêje tine be, berpirsê vê yê bingehîn avahiyên çandî yên maddî û zêhnî yên hegemonîk ên modernîte û şaristaniyê ne. Bi nêzîkatiyên teng ên wekheviyê yên huqûqî û siyasî belkî alîkariya lîberalîzmê were kirin; lê bi nêzîkatiyên bi vî rengî çareserkirina pirsgirêkê bidin aliyekî, weke diyarde jî çareseriya wê nabe. Mirov îddîa bike ku tevgerên femînîst ên heyî ji lîberalîzmê qut in, û bûne hêzên dijberê sîstemê, wê ev ê bibe xwe xapandin. Yek ji pirsgirêka bingehîn a femînîzmê ew e, eger weke tê gotin radîkal e, wê wextê divê beriya her tiştî xwe ji binî ve ji hînbûnên lîberal, ji jiyan û şêwazên fikir û hisên wê qut bike, şaristanî û modernîteya dijminê jinê ya li pişt xwe analîz bike û li ser vî bingehî giraniya xwe bide rêyên çareseriyê yên manedar.
Modernîteya demokratîk divê xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn bizanibe û di vê çarçoveyê de hem pêşdebirina wê û hem jî weke hevgirtiyê xwe di serê erkên xwe de bihesibîne û di xebatên jinûveavakirinê de wê binirxîne.