NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên aîdî artêşa dagirker a tirk li Başûrê Kurdistanê sîvîlan dike armanca êrîşên xwe. Di saetên evarî de li Xakurkê êrîşên hewayî pêk hat û di encamê de welatiyek şehîd ket.
Herwiha balafirên artêşa Tirk a dagirker, di saetên êvarê de li nêzî gundê Berd Kuran ê herêma Kortek a Binarê Qendîlê du wesayîtên sivîlan bombebaran kirin. Li gorî zanyariyên ku nûçegihanê Rojnews ji herêmê ragihandin, di bombebaranê de 4 welatî şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn. Di nava kesên şehîd bûne de, jinek û zarokek 4 salî jî heye. Dewleta dagirker di sala 2011’an de jî li heman cihî wesayîta sivîlan bombebaran kiribû û zarok jî di nav de 7 kes qetil kiribûn.