AMED – Girtiyên Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê ragihandin nikarin tu pêdiviyên xwe pêk bînin û li gel cezayê hin hevalên wan xilas bûne jî salek zêdetir di hepsê de mane.
Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan bêyî ku bizanibin qedandin çi ye, bênavber dewam dikin. Girtiyên li Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê binpêkirinên mafan ên di demên dawî de ragihandin. Girtiyan da zanîn ku piştî berxwedaniyên greva birçîbûnê pêdiviyên girtiyan ên kantînê bicih nayên û tiştên li kantînê biha difiroşin wan û li gel ev tişt ji derve erzantir tê kirîn jî lê destûrê nadin malbatan ku li gel xwe bibin girtîgehê.
Girtiyan anî ziman ku piştî berxwedaniyên grevên birçîbûnê dermanê girtiyan birêkûpêk nedane wan û rojnameger Mehmet Guleş piştî greva birçîbûnê 2 caran rakirine nexweşxaneyê û her du caran jî tevî ku bijîşkan got nirxê xwîna wî ne asayî ne jî tedawiya pêwîst nehatiye kirin. Girtiyan got: “Piştî greva birçîbûnê ji bo xwedîbûnê heta niha tu bernameyek nehatiye çêkirin. Piştî greva birçîbûnê du rojan şorebe dan me û şûn ve xwarinên giran dan çalakgeran.”
Girtiyan diyar kir ku dem bi deman ji ber naveroka rojnameyan nadin wan û gotin: “Rojnameya Yenî Yaşamê qet nadin. Rojnameya Evrenselê jî dawiya hefteyê didin.”
Girtiyan ragihand ku li gel cezayê hin hevalên wan xilas bûne jî lê salek zêdetir di hepsê de mane.