“Li Rojhilata Navîn, nakokî dijwartir dibin, gumana şer û cengê zêdetir dibin. Li ser vê atmosferê trafîka dîplomasî û civînên mezin û cûrbecûr, danin pey hevdu û dimeşin.
R.Erdogan li firoka xwe siwar bû û berê xwe da civîna G-20’an a Japonyayê, niha li wir e. Xwedê giravî li wir Trump û Pûtîn dibîne. Ji wir jî derbasî Çîn û Hîndistanê dibe.
Li Brukselê civîna wezîrên bergirî yên NATO’yê heye. Wezîrê tirkan Hulusî Akar jî beşdar dibe û li gel cigirê wezîrê derve yê DYA‘yê Mark Esper rûdinên û xwedê giravî ji bo nexweşiyên navbera xwe çareser bikin, ew ê guftûgo bikin!
Her wiha xwedê giravî, ji bo pirsgrêkên navbera Israîl û Filistin werin çareserkirin civînek girîng li Bahreynê li darketiye. Nûnerên Rûsya, DYA, Israîl, Siûdî û hwd. hinek dewletên herêmê yên din jî beşdar bûne.
Bêguman her dewletên beşdarî van civînan dibin, ji bo berjewendên xwe xurt bikin hewl didin. An jî bi gotinek din, di vî şerê cenga 3’yemîn a cîhanê de, ji bo ku para herî mezin bi dest bixin dixebitin, plan û projeyan amade dikin û pêşkêş dikin.
Weke tê zanîn û bi dengê bilind tê gotin, nakokiyên herî mezin di navbera DYE û Çînê de ye. Dibe ku ev nakokî nebe sedemê şerekî çekdarî lê nakokiyên navbera DYA û Îranê dijwartir in û dibe ku di demek nêz de bibe sedema şerekî çekdarî jî.
Ger em kêlîkê nakokiyên herî mezin ên navbera DYA û Rûsyayê bidin rexekê, di vî şerî de rola dewleta R.Erdogan û rola Tevgera Azadiyê gelek girîng û giran e. Lewma di serî de her du dewletên mezin, hemû dewletên aliyên cengê, dixwazin bi van aktorên herêmê re hevalbendiyê bikin û bikişînin cem xwe.
Dewleta R.Erdogan vê rola xwe dibîne û ji bo ku projeya xwe ya kevnare ya bi navê Mîsakî Millî dîsa nûjen bike hewl dide. Ev jî; armanca ku herêma Kerkûk-Mûsil-Derazor-Heleb bixe nava xaka welatê xwe Tirkiyeyê! Ev ewqas êrîşkariyên dagirkeriyê hemû ji bo pêkanîna vê armancê ye.
Her çendî li gel DYA û Rûsyayê şantajê dike yan jî delaliyê xwe dike, lê hêza ku çarenûsa xwe bi hev ve girêdane; ew û PDK+YNK ye. Bi taybetî jî Neçîrvan û malbata Barzanî ye. Hinek ji tirsan û hinek jî hezkirina ji pereyan, ew kişandine vê rûreşiya dîrokî ku dagirkeriya vê dewleta faşîst dikişînîn ser xaka xwe ya pîroz!
Li aliyê din, J.Jeffrey ê nûnerê taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê, piştî civîna Brukselê, derdikeve gera Rojhilata Navîn û hefteyekê li wan dewletan digere. Piştî Israîlê vedigere Almanyayê. Li vir jî bi rayedarên Almanyayê re, di çarçoveya biryara 2254’an a NY’yê de, li ser çareserkirina pirsgirêka bakur-rojhilatê Suriyeyê civîn û hevdîtinan pêk tînin.
Wisa diyar dibe, bi taybetî piştî şikestina duyemîn a hilbijartina Şaredariya Stenbolê, îradeya xweragirtinê ya desthilatiyê ya R.Erdogan derbeyek mezin xwar û şikest. Ji bo ku xwe li ber raya giştî hêzdar bide xuyakirin, bi hemû amûrên xwe yên zilmê êrîşî ser gelê me dike. Bêguman li hember vê wahşetê berxwedana bi rûmet her berdewam e û ew ê bi ser bikeve.
Helbet aktorê duyemîn a herî bi rêxistin û herî mafdar ê vê herêmê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Di pêvajoya hilbijartinên şaredariyan de, careke din jî bi xurtî hate diyarkirin ku Rêbertiya Apo, ji hemû rêberiyên herêmê mezintir û bi hêztir e. Ev rastî, ji aliyê dost û dijminan ve jî, ji her kesî ve eyan û beyan bû.
Ew miradê Mîsaki Milî ya R.Erdogan jî, weke ya 2020’an, ew di qirika wî de dimîne û wî difetisîne. Ji xwe ew biryar jî, di civîna dawî ya Meclisî Mebûsan de hatibû pejirandin û her li wir ma. Ev armanca R.Erdogan jî dikare bibe biryara dawî ya meclisa wî. Jixwe meclis nehiştiye, hemû biryar û kiryar her ew bi tena serê xwe ye. Û temenê nemana wî jî her diçe nêztir dibe.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ahmet Aktaş