HEWLER – Operasyonên artêşa dagirker a tirk û êrîşên hewayî yên bombekirine li Başûrê Kurdistanê didomin. Welatiyekî dîmenên bombebardimanê parve kir û got: “Ma li gundê Hiran ê Hewlerê PKK’î hene? û bertekên xwe anîn ziman.
Artêşa dagirker a tirk di 27’e Gulanê de bi balafirên şer li Herêma Başûrê Kurdistanê operasyona bi navê “Pençe” lidar xistibûn. Operasyona artêşa dagirker ya li herêmê mehek li pey xwe hişt. Li gorî agahiyên çavkaniyên li herêmê yekineyên artêşa dagirker nikarin li herêmê tev bigerin û asê mane. Ji ber vê yekê balafirên şer û helîkopter diçin herêmê bombe dikin. Artêşa tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopteran diçin welatiyên herêmê bombe dikin. Herî dawî balafirên şer li ser rêya Kortekê li maşîneyek welatiyan xistibûn û di bombebaranê de 3 welatî şehîd ketibûn û 5 welatî jî birîndar bûbûn.
Bombebarana artêş dagirker ya li ser xeta herêma Amediye, Berwariyê, Zaxo didome. Ev bombekirin heta Navçeya Şaqlawa ya Hewlerê jî didome. Welatiyên herêmê diyar kirin ku balafirên şer û helîkopter yên rtêşa tirk a dagirker a li ser gelê herêmê bombe diborînin. Welatiyekî Gundê Hiranê yê Şaklawa yê Hewlerê dema helîkopterên artêşa dagirker herêm bombe dikir dîmen kişand û bertekên xwe anîn ziman. Welatî dîmen li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir û got: “Gundê Hîran ê navçeya Şaqlawa niha ji aliyê helîkopterên artêşa daigkrer ve tên bombekirin. Helîkopter ketober zeviyan bombe dikin. Gelek gule li herêmê reşandin. Di êrîşa guleyan de li zeviyan şewat derket. Şewat çawa u kê derxist nayê zanîn Ma li Gundê me Hiran a Şaklawa PKK’î hene? Çima helîkopterên artêşa daigkrer tên gundê me bombe dike?” û bertekên xwe anîn ziman.