BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê der barê salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) ku li Dersimê pêk anî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Dîroka jinê bi fikir, ked, fedakarî û cesareteke mezin tê nivîsandin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Sîstema serweriya mêr bi înkarkirina ked û dîroka jinê, ew tine nîşan daye. Dîroka fermî dîroka tinehesibandina jinê ye. Tevgera jinê ya azad bi pêşengiya Rêber Apo ji Sakîne Cansizan dest pê kir, bi Zîlanan domiya û hîn jî didome. Dîroka bûyîna jinê ye. Dîroka hebûnê ya jin a tinehesibandî ye.
Dîroka jinan bi fikir, ked, fedakarî û cesareteke mezin tê nivîsandin.
Çalakiya ku hevrê Zîlan sala 1996’an pêk anî li dijî komployên li dijî Rêberê me, li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên li hemberî gelê Kurd û li dijî kolekirina jinê ji aliyê sîstema kapîtalîst ve, bersiv bû.
Sekna hevala Zîlan ji bo tevgera me ya jinê ya zad xetek e. Sedsala 20’an bû sedsaleke welê ku faşîzmê xwe bi modela netewe-dewletê mayinde kir û di vê çarçoveyê de tevgera jinê talan kir. Bêguman di serî de çalakiya fedayî ya hevala Zîlan ku sala 1996’an li Dersimê pêk anî, jinan li dijî sîstema kapîtalîst modernîst timî li ber xwe dan.
Hevala Zîlan bi sekna xwe ya fedayî bû xwedî jiyaneke bi wate. Bi çalakiya xwe ya li Dersimê ku weke şervaneke azadiyê ya jin pêk anî, di dîroka Kurdan de bû yek ji bersivên herî bi bandor ên jinan li dijî terteleya Dersimê ku sala 1938’an pêk hat.
‘ÇALAKIYA ZÎLAN DIVÊ BI XURTÎ BÊ FÊHMKIRIN’
Divê em vê çalakiya hevala Zîlan ku ji bo azadiya jinê pêk anî bi xurtî bi wate bikin. Di nava vê çalakiyê de eşqa mezin a jinan a jiyana azad bi ruhê welatparêziyê yê mezin a li xaka xwe heye. Zîlan bûye daxwaz û navê lêgerîn û daxwaza jiyana wekhev û azad a jinan.
Bi temsîlkirina xet, rastî û eşqa Zîlan li her devera jiyanê û bi avakirina azadiyê em dikarin bibin bersiv. Lewma divê her jin ji xwe re esas bibîne ku bi xeta Zîlan bi rengekî çalak û bi bandor tevlî her qada jiyanê bibe. Sîstema bi serweriya mêr jinan timî ji nava civakê derdixîne ya jî dema ku tevlî qadên civakî dike lê ferz dike ku bi nêrîn û mejiyê serweriya mêr weke koleyekê tevlî bike. Naxwaze ku jinan weke aliyekî jiyanê, weke hîmekî bingehîn ê civakî bûnê bibîne. Vê yekê jî bi zilm û zordariyê dike. Yanî serweriya mêr bi aqlê xwe amûrên zordariyê bi xurtî bi kar tîne û hewl dide jiyanê bike yek reng. Aqlê mêrê serwer, zîhniyeta mêr ya zordar, derewîn û mêrên diz xwe dixe şûna rastiyê.
Ji ber vê yekê divê em jin bi zîhniyeta modernîteya demokratîk pêşengiyê ji projeya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk re bikin. Di vê çarçoveyê de divê em rol û mîsyona xwe bi têrkerî pêk bînin. Rêberê me di notên dawî yên hevdîtinê de ji bo jinan gotibû, ‘Ya wê bibin pêşeng ya jî wê bimirin’. Ev nirxandin biryardariya wê yekê ye ku mayina di navberê de çareserî nîne, di rêya rastiyê de divê bibin Zîlan. Ya ku di rastiya Rojhilata Navîn de bi zîhniyeta AKP-DAÎŞ’ê li dijî gelan û jinan tê kirin, rûyê dîn û har ê faşîzma tarî ya qirker e. Sekna fedayî ya ku di şexsê Zîlan de li dijî vê faşîzma tarî derkete holê, tevgera azadiyê ya jinê kir çavkaniyeke hêviyê û pêl bi pêl belav kir. Xeta têkoşer û berxwedêr a di kesayetiya Zîlan de derkete holê bi ruhê fedayî li dijî pirsgirêkên civakî hemûyan temsîla hêza çareseriyê y. Tirsa ku berda dilê mêtingeriyê bû çavkaniya cesaretê ji bo jinên Kurd û jinên berxwedêr hemûyan. Jin dema ku bi vê têgihiştin û biryardariyê tevlî karê avakirin û xweparastinê bibin wê asteke azadî û rêxistinbûnê derxîne holê.
Di vê çarçoveyê de em çalakiya hevala Zîlan careke din silav dikin û di salvegera 23’an de wê bi rêzdarî bi bîr tînin. Wezîfeya me ya bingehîn e ku em daxwazên wê bi cih bînin. Em ê berxwedan, azadî, zîhniyeta demokratîk û karê çandî bikin navenda têkoşîna xwe û şoreşa jinê pêk bînin. Em ê bi tevlîbûn û jiyana bi rengê Zîlan têkoşînê mezin bikin û bi ser bixînin.”