ŞIRNEX – Wê Meclîsa Ciwana a HDP’a Cizîrê, ji bo balê bikişîne ser tiryak û fuhûşa di demên dawî de zêde bûne wê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixe.
Dê li navçeya Cizîr a Şirnexê, li dijî tiryakê û fuhûşa ku di demên dawî de zêde bûne tûrnûvaya futbol û voleybolê bê lidarxistin. Wê tûrnûva bi dirûşmeya “nebe pêgirtî, azad bibe” bê lidarxistin û serlêdanên ji bo tûrnûvayê heta 5’ê Tîrmehê dewam dikin. Wê jin bi tîmên xweser an jî tevlihev karibin tev li tûrnûvayê bibin.
Endamê Meclîsa Ciwana ya HDP’a Cizîrê Mehmet Ayaz ji bo tûrnûvayê got: “Li dijî fuhûş û tiryakê li dir meclîsên me yên ciwana bibin xelek.” Ayaz, diyar kir ku her kes dikare tev li tûrnûvayê bibe û got: “Nexasim jî em dixwazin ciwan tev li vê tûrnûvayê bibin.”