DIHOK – Karwanek leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi waseyitên zirxî di navenda bajarê Dihokê de derbas bû.
Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Êdî leşker û barghilgirên artêşa Tirk a dagirker bi aşkereyî di nava bajar, navçe û gundên Başûrê Kurdistanê de tên dîtin.
Li gorî dîmenê ku gihiştiye destê ajansa me, karwanek mezin ya leşkerên Tirk di nava bajarê Dihokê bi aşkereyî re derbas dibe.
Weke ku di dîmen de jî tê dîtin karwana leşkeran li Dihokê ye û di ber otêla Rîksos re derbaz dibin. Ev otêl yek ji otêlên mezin yên li bajarê Dihokê ye. Bivî awayî bi awayek aşkare ispat dibe ku karwana leşkerên Tirk dinava bajarê Dihokê bi awayek aşkera derbaz dibe.
Li gorî hinek agahiyên ne fermî dewleta Tirk a dagirker hewl dide li dijî gerîlayên PKK’ê bi tevlîbûna hêzên îxanetkar yên PDK’ê wê êrîşek berfireh bide destpê kirin. Ji ber vê jî dewleta Tirk a dagirker bi çek û teqemenî dişîne xaka Başûrê Kurdistanê.