ZAXO – Dewleta Tirk a dagirker demeke êrişên xwe li ser xaka Başurê Kurdistanê zêde kirine û sivîlan hedef digire. Her ku diçe helwesta gelê Başur li hemberî bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê û êrîşan, mezin dibe. Hat diyarkirin ku Asayîşa Zaxo di 23’ê Hezîranê de, bi ser navenda polîsên bajêr de girt û polîsê bi navê Harwîn Silêvaneyî li ser kar binçav kir. Harwîn, ji ber sedema di tora civakî de li ser malpera xwe bi tundî desthilatdariya PDK’ê û Hikumeta herêmê rexne kiriye, hatiye girtin.
Hat zanîn ku dema ku Harwîn binçav dikin li bingehê polisan dest danîn ser çek û telefona wî û ew ji bo cihekî ne diyar birine. Li rexmê hewildana malbatê heftiyeke tu agahî ji Harwîn nayê girtin.
Harwin Silêvaneyî, yek ji çalakvanên li herêma Behdînan ku hertim li dijî gendelî û dagirkeriyê xwedî helwest buye.
Hevalê Harwîn Silêvaneyî ku ne xwest navê xwe aşkere bike diyarkir ku, “li herêma Kurdistanê derfeta jiyan û mafê azadiyê ne maye. Her kesê ku rastiyan tîne ziman û hikumetê rexne dike weke Harwîn tê girtin û wenda kirin. Hikumet ji serhildanekî nu ya weke Şêladizê di tirse. Ji bo wê jî kiryarên wisa dike”