NAVENDA NÛÇEYAN – Duh saet 16:00’an li dijî daneyên televîzyonê yên li Girê Lîman a herêma Palamûtbuku ya navçeya Datça a Mûglayê çalakiyek hatibû lidarxistin. Milîsên Tolhildanê ya Yekgirtî ya Gelan çalakî li xwe girt.
Di daxuyaniya HBİM’ê de hate gotin; “Amûrên propagandaya qirêj a faşîzmê, qenalên TV ên zilmê rewa dikin di hedefa me de ne. Li ser vî bingehî daneyên TV yên li gir bûn hedef. Em ê li dijî navendên derewan temaşevan nebin. Em qenalên TV yên faşîzmê rewa dike hişyar dikin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku qaseya zilmê ya desthiltdariya AKP-MHP’ê ji geştûguzarê (Truzîm) ê xwe xwedî dike û ji dahata van deran zilmê li ser gelan pêktîne, sektora truzmê di hedefa wan de ye.
Di daxuyaniyê de bang û hişyarî li tûrîstan hate kirin û hate gotin; “Neyên herêmên ku navendên dahata bloka faşîste. Li dijî bloka faşîst a AKP-MHP’ê ku ji aliyê welatên we ve tê destekirin bêdeng nemînin û îtîraza vê bikin.”
Bang li Kuridstanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn hate kirin ku ji bo geştûguzariyê neyên Tirkiyeyê.