“Ev du mijarên sereke yên ku mirov baş lê bikole û bikare encameke baş jê bigire. Her çendî dîrokçeya Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) dûr û dirêj jî be, lê di warê netewî de mirov nikare bêje partiyeke ji bo berjewendiyên tevahî Kurdistanê hatiye damezirandin û ji roja avabûye û heta îro têdikoşe. Dibe di her civîn û xebata xwe de vê bilêvê bike lê emel li ber çav e. Nikare ji vê bireve. Ji bo wê dema em PDK û hewesta neteweyî ya gelê kurdistanî bînin beramberî hev divê em baş lê serwext bibin û bi hûr û kûr lê vekolin, dema ne wisa be em ê jî bikevin kêmaniyên niha ku gelek tevger û alî PDK’ê weke partiyeke rizgariya Kurdistanê dibîne û bi wê sond dixwe. Dibe nav û reng xwe li kurdî pêçabe, lê emel û partîk pir ji vê dûr e.
Lewre divê li vir em bikarin vê rastiyê, li civakê hê zêdetir bidin nîşandan. Ji ber ku bi taybet civaka başûrê Kurdistanê ji heft salî bigire heta heftê salî hatiye jehrîkirin û teviziye. Tevî evqas xebat û têkoşîna rizgariya Kurdistanê ku bikare bi serfirazî bijî, PDK’ê wisa kiriye ku ev gel tim feqîr û rezîliyê bikişîne. Halbûkî geleke evqas rewşenbîr û têkoşer mafê wî ne ew e ku niha di vî halî de ne mirî û ne jî sax dijî ye. Ji bo wê ye, divê ev civak ji vê rewşa nexweşê li ber sekeratê û doşeka mirinê ji nû ve bê dermankirin û zindîkirin.
PDK û dîsa Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di serî de ciwan û hemû ferdên başûrê Kurdistanê benc kiriye, di warê ilim û serhildana ji bo Kurdistaneke azad û serfiraz têkoşînek ya azadiyê nedaye kirin. Bi qasî ku ji bo tenê desthilata xwe bira bi bira dane kuştin, lê ji bo rizgariya xaka xwe ji dagirkerî û mêtîngeriyê ewqasî şer nekiriye. Di serî de ji bo ciwanan ji derveyî siyaset û pêşengtiya tevgerekî ya têkoşîna azadiyê her tiştê din lê hatiye serbestkirin. Dema ku ciwanek ji siyaset û rola pêşengtiya tevgera azadiyê hate qûtkirin, wê her tiştî bi xwe re bîne. Di rewşa niha de PDK û YNK’ê hemû ciwan bi vê rêbaza qirêj a qirker ciwan bi ruhî û fîzîkî tevizandiye, heta mirov dikare pênaseya nexweşê giran ê li ser sekeratê ye pênase bike. Ji bo çi vê pênaseyê dikim; ji ber ku îro welat, mal, bira û cîran li ber çavê wan tên dagirkirin û qetilkirin, hema bêje helwestekî biçûk a ciwanan tune ye. Dibe helwestekî ciwanan kêm jî be hebe, lê ev nabe bersiv û têrê nake. Ev ji kû tê, ev nîşaneya mijara li jor min anî ziman e. Ciwan ji siyaset û rola xwe ya pêşengtiyê hatiye qûtkirin û ji derveyî vê ew rêyên din ji xwe ciwan dirizîne. Hemû lebet û cesteyên wî mirî tenê çavê wî vekirî vî alî wî alî dilîze, nikare tiştekî bike. Niha rewşa ciwanên Başûr heta astekê ev e.
Di rewşeke wiha de ku ciwan wiha be, bendemayîna helwestekî pir cuda ji gel wê ne mimkûn be. Ji ber ku yê gel rake û serî hilde ew ciwan in. Ji bo vê divê di zûtirîn dem de ev nexweş bê dermankirin. Ji ber em dibînin xaka ku bi salan bi xwîna dayik, bav, xwişk, û birayên me hatine rizgarkirin, bêyî tiştekê radestî dagirkeriyê tê kirin, dîsa welatiyên sivîl ên li ser cih û warên bav û kalên xwe dibin qûrbaniyên bomberdûmanên balafir û tobxaneyên dagirkeriya tirk. Ne PDK/YNK û ne jî tevgerekî din ên başûrê Kurdistanê bi cidî dibe xwedî helwest. Ev tê çi wateyê, gel, welatiyên sivîl ne di xema wî de ye. Ya wî eleqedar dike textê wî yê desthilat û dewlemendiya wî ye. Kur û keçên feqîran bimire ne di xema wî de ye, lê dema hat wê li ser xwîna wan propagandayê bike û hinekan sûcdar bike. Dîsa me dibînin a ev dikin ne ji bo eşîra xwe ye, ne ji bo gelê xwe ye ne ji bo welatê xwe ye heta ne ji bo mala xwe ye jî, ev tenê ji bo kesayetiya xwe ye. Ku ji bo eşîra xwe ba wê rê nedaba ku xaka wî bê dagirkirin, ji ber ku di xwezayîbûna eşîretê de rê nade bi tu awayî hineke din xaka wan dagir bike, ji bo welat ba wê berî her tiştî senger li ber dijmin danîba û rê nedida ji bo mala xwe jî ba wê dîsa helwesteke danîba. Lê em dibînin tenê ya van ji bo xwe ye û ne tiştekî din e. Dema bû wisa jî karesata herî mezin bi xwe re tîne, weke niha xaka ku bi xwîna Pêşmergeyan hatî rizgarkirin radestî dagirkeriyê dike. Ji bo vê ye ku divê ev rastî bê dîtin. Li tu derê dinê nehatiye dîtin ku xaka azadkirî radestî dijminan hatiye kirin, her ku hatiye dîtin xaka dagirkirî tê rizgarkirin, lê li vir berovajî bûye. Ev feraseteke ya dijminan ye. Tu xaka kê radestî dijmin dike. Li vir pirsa gelo tu hevkarê dijmin î? an dijmin bi xwe yî? tu ji bo kê ji xaka xwe derbixî cihên azad radestî dijimin dikî ku li gel wan şer bike? Gelo tu hêzeke dagirker ji hêzeke kurdistanî ku ji bo azadiyê têdikoşe xweştir divê? PKK dijmin û tirkan jî dost dibîne? bi dehan pirsên wiha hene ku rastî divê bên lêkolînkirin û nirxandin heta mirov hinek bikare vê rastiya li holê li başûrê Kurdistanê dizivire fam bike.
Dîsa gel û ciwanên ku ji temara mirinê şiyar bûne, li dijî vê radibe gefan dixwe. Ji bo li dijî dagirkeriyê ranebe, bi lez û bez cenazeyên qûrbaniyên bomberdûmanên balafirên tirkan diveşêrin. Her wiha rê nade bi tu awayî helwesta gel bê nîşandan û rêgiriyê lê bike. Ev mijarên kûr ku mirov her tim bixe rojev û civakê haydar bike. Her çendî civakê teng bikî û dîsa rêgiriyê lê bike, wê her helwestên weke Şêladizê derbikevin. Wê demê wê ew raperîn dawiya te jî bîne. Dinê dewran e, ji bo vê ye wê roja we jî weke roja gelek kesên ku text bi zêr û zîvan xemilandin tenê para wan bûn benek û yek du metre ax.
Em dibînin helwesta niha li başûrê Kurdistanê derdikeve, nîşaneyên vê yekê ne. Bi taybet bi raperîna Şêladizê dîsa çalakiya Hêzên Xweparastinê ya li Zaxo û herî dawî îlana Hêzên Xweparastinê ya li Başûrê Kurdistanê kir ku dewran hatiye. Êdî wisa naçe. Yên xwe bi salan dikirin xwedî, niha bi hevkariya bi dijmin re pişta wan xençer dikin. Ji bo wê ye, ev xaka wê ya resen ango vê civakê be. Tu kes li ser xwîna wan xwe nede jiyîn. Ji bo wê divê em hê zêdetir piştevaniyê bi wan bikin û dawî li her cûre dagirkerî û hevkariya îxanetkariyê bînin. Niha ya tê kirin, ji derveyî îxanet tu navekî din ê wê nîne.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Weysî Tallî