NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildanê ya Yekbûyî ya Gelan peyameke weşand û wiha got; “Roja 1’ê Tîrmehê li navçeya Menderes a Îzmîrê li herêma Ozdere ku weke herêma otelan tê binavkirin me li dijî Otela Grand Efe û otelên li derdora wê çalakiya sabotajê lidarxist. Di encama çalakiya me de du otel hatin vale kirin.”
Koma Milîsên Tolhildanê ya Yekbûyî ya Gelan ragihand ku wê cihên geştguzarê (Tûrîzm) werin hedef kirin û bang li tûrîstên xwecihî û biyanî kirin ku herêmê biterikînin.
Koma Milîsên Tolhildanê ya Yekbûyî ya Gelandiyar kir ku li beşekî welat zilm, komkujî li ser gel tê kirin û ew ê nehêlin li beşê din jiyan qesrê were jiyîn û bal kişand li ser birçîbûn, hejartî, tacîz û destavêtinên bi awayekî sîstematîk, pêkanînên dij mirovî yên li dijî karkeran û komkujiyên li ser gelê Kurd.
Koma Milîsên Tolhildanê ya Yekbûyî ya Gelan gef li desthiltdariyê xwar û got; “Hûnê beramberî rastiya şerê qirêj yê we vekirî û êşa wê re ru bi ru bimînin”. Komê bang li bindes, kedkar, jin, ciwanan kir ku li dijî faşîzmê derbikevin.”
Milîsên Tolhildanê ya Yekbûyî ya Gelan çalakiya sabotajê ya roja Şemiyê li dijî daneyên televîzyonê yên li Girê Lîman a herêma Palamûtbuku ya navçeya Datça a Mûglayê jî lixwe girtibû.