ŞENGAL – Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî derbarê êrîşên dagirker ên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistan ji ajansa me re axivîn û dagirkeriya dewleta tirk bi tundî şermezar kirin. Zerdeşt Çiya û Mazin Xelîl herdu endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî êrîşên dagirkeriyê nirxandin û derbarê erk û rola ciwanan li dijî dagirkeriyê axivîn.
Zerdeşt Çiya bal kişand li ser komkujiyên ku dewleta tirk a dagirker bi salane pêk tine û êrîşên dagirker şermezar kir. Çiya helwesta hikumeta herêmê ya PDK’ê wek îxanetkarî pênase kir û bangawazî li ciwan û gelê Başûr kir daku li dijî îxanet û dagirkeriyê rabin ser piyan. Çiya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Wek ku tê zanîn ev demeke dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê dide meşandin û gelê me di qatilama re derbas dike. Em wek Ciwanên Başûrê Kurdistanê van êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û Qendîlê şermezar dikin. Bi taybet îxaneta PDK’ê a ku mirov nebêje îxaneteke ku îro hesanî tê kirin, ev îxaneta PDK’ê bi rêbazekî veşartî dihate kirin lê belê îro nû ve hate eşkere kirin ku ev îxaneta wan 40 sale li ser gel tê meşandin. Ji destpê ka ku PDK’ê derketiye bi îxaneta xwe tê naskirin. Ji bo ku tîcareta xwe bide meşandin, aboriya xwe xurt bike, têkiliyê xwe bi dagirkeriya dewleta Tirk re xurt bike, gelê me di qetilama re derbas dike, em vê îxanetê we ya qirêj bi tundî şermezar dikin.”
Çiya di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Êdî pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê rabin serhildanê, vê îxaneta PDK’ê li ser qebûl nekin û vî tiştî şermezar bikin.
Endamê YCÊ bi navê Mazin Xelîl jî nerînên xwe anîn ziman û got: “Em wek Yekîtiya Ciwanên Êzîdî êrîşên dewleta Tirk a faşîst li ser Başûrê Kurdistanê, Qendîl û Xakurkê şermezar dikin. Ev bêdengiya gelê Başûrê Kurdistanê derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk em qebûl nakin. Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk derkevin qadan û helwesta xwe bidin diyarkirin. Pêwîste li hember vê siyaseta qirêj a PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker dakevin qadan.”
Mazin di dawiya axaftina xwe de got ku ew wek Yekîtiya Ciwanên Êzîdî wê li hember vê siyaseta qirêj ya PDK’ê bisekinin û ew ê rê nedin ku dagirkeriya dewleta Tirk xwe li Başûrê Kurdistanê bicih bike.”