NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîllayên HPG, YJA-STAR û HBDH’ê bi taktîkên dewlemend, bi performanseke bilind û fedakariyeke mezin di serî de ji bo silavkirina Pêngava 1’ê Hezîranê û li dijî operasyonê dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wek qadên Xakurkê derbên giran li dewleta tirk a dagirker didin.
Li gorî daxuyaniyê Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (HPG-BÎM) di çarçoveya sê Pêngavên Şoreşgerî “Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê”,” Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever a li Botanê” û “Pêngava Serfiraziya Şoreşger a ku li Eyaleta Serhedê” hêzên Gerîlla di meha Hezîranê bi qasî ku hejmar hatiye tesbîtkirin 194 leşkerên tirk ên dagirker hatine kuştin û 59 jî birîndar bûn. Gerillayên HPG û YJA-Star di çalakiyên xwe de 6 leşkerên payebilind jî kuştine.
Gerîllayên Azadiya Kurdistanê di meha Hezîranê de di çalakiyên xwe 10 kontrayên ku destê wan di xwîna şehîdan de heye kuştiye û 6 kontrayê din jî birîndar kirine.
Di encama çalakiyên di meha Hezîranê de gelek baregeh û alavên leşkerî hatin rûxand. 3 çekên giran ên A4 li kozikê hate tinekirin. Hêzên Gerîlla gelek panelên rojê, kamerayên mobese û gelek alavên leşkerî yên dijmin îmha kirin. Makîneyeke kar yên dijmin jî bi hejmarek zêde hate tinekirin.
Li gorî vê hejmara wesayît û çeperên dijmin yên hatine derbkirin an jî tinekirin wiha ne:
* Panzêr: 4
* Wesayîteke zirxî ya Kobra: 2
* Wesayîta leşkerî: 6
* Wesayîteke zirxî ya Kîrpî: 3
* Wesayîteyeke leşkerî ya Reo: 3
* Wesayîta Amarok: 1
* Wesayîta bi zirx a ZPT: 1
* Wesayîta transît: 1
* Kamyon: 1
* Çeper: 4
* Stasyon: 1
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (HPG-BÎM) bi daxuyaniyê xwe ên rojane encamê çalakiyên Hêzên Gerîlla wiha ji bo raya giştî ragihand:
2’ê Tîrmehê 2019
1. Hêzên me di 28’ê Hezîranê saet 01:15’ê de dîsa li dijî çeperên hêzên dijmin ên li Girê Serzer çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeperên dijmin hate xistin û 2 leşker liv ir hatin kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bê seruber gule û bombe li qadê barandiye, bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.
Yekîneyên me yên ku çalakî kirine bi saxî û silametî vegerane navendên xwe.
2. Hêzên me di 26’ê Hezîranê saet 03:30’î de li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker li Girê Serzer a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiya li dijî gir de yek ji leşkerên ku kar dikir hate kuştin.
3. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever a li Botanê dom dike de, 30’ê Hezîranê saet 18:30’î de li dijî wesayîteke zirxî ya Kobra ku ber bi Qerqola Kron a dikeve di navbera gundê Gundikê Melê û navenda bajarê Şirnexê de çalakiyeke sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî derbxwariye û têkildarî kuştî û birîndarên hêzên dijmin agahiyên zelal nehatiye bidestxistin.
29’ê Hezîranê hêzên me li dijî leşkerên li geliyê Eyşedinkê ya girêdayî herêma Besta ya Şirnexê bi cih bibûn çalakiyeke ya sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.
1’ê Tîrmehê 2019
1. Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever a li Botanê dewam dike hêzên me 30’ê Hezîranê saet 12:30’î li dijî leşkerên Tirk ên li Qerqola Girê Cotyar a li devera Gabar ya Şirnexê çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li leşkerên Tirk hate xistin , 3 wesayîtên leşkerî hatin derbkirin, leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
30’ê Hezîranê 2019
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me bi wesîleya salvegera şehadeta Şehîd Zîlan a di 30’ê Hezîranê de çalakiyeke fedaî pêk anî bûn, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor li dar xistine.
Di 28’ê Hezîranê saet 04.00’an de artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Dawûşa ya Çelêya Colemergê tevî kontrayan operasyonek daye destpekirin. Hêzên me yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve li wan dane. Di vê çalakiyê de yek jê serbaz 2 leşkerên payebilind hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker tevî firfirokên hewayî yên bêmirov û helîkopteran operasyon berfirehtir kirine û leşker anîne qadên Tepê Kawa, Dawûşa û Mêrbûkayê. Operasyon bi tevlêbûna yekîneyên veşartî didome. Yekîneya me ya ku ev çalakî kirine, bi selametî vegeriyane baregeha xwe.
Di 29’ê Hezîranê saet 16.00’an de hêzên me bi awayekî hemwext li Girê Şikêr û Tepê Xwedê yên li qada avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî li dar xistine. Di herdu giran de bi serkeftî li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin û di vê çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistine.
2. Di 29’ê Hezîranê de saet 08.00’an de hêzên me li dijî leşkerên li qereqola Serbend a Qilebana Şirnexê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Li vê derê leşkerekî dijmin hatiye kuştin. Ev çalakî ji bo bibîranîna salvegera şehadeta Şehîd Zîlan hatiye kirin.
3. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de, ji bo salvegera şehadeta hevrê Şehîd Zîlan ya Fedayiya 30’ê Hezîranê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 28’ê Hezîranê saet 22:00’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên di avakirina kulubeya nobetê ya li nêzî gundê Germita yê navçeya Silopya Şirnexê de kar dikirin, çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve li leşkerên dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin.
Heman rojê hêzên me li Botanê kontrayê bi navê Cemal Laçîn ceza kir. Ev şexsê he di şehadeta hevrêyên me Îrfan Dîrok (Akîf Tûrhan), Baran (Bayram Hakseve), Devrîm (Ahmet Karaaslan) û Şoreş (Çavûş Abbaszade) ya 1’ê Tîrmeha 2018’an de, tiliya wî heye. Ev şexsên ku di şehadeta gerîlayan de rol digrin û bi dijmin re kar dikin li ku derê dibin bila bibin kengî be wê werin cezakirin.
4. Roja 29’ê Hezîranê di destê sibehê de artêşa Tirk a dagirker bi tevlîbûna gelek leşkeran li herêma Qaplana û Tengava Kêlê ya navçeya Qileban a Şirnexê operasyon da destpêkirin. Ev operasyon heman rojê di saetên şevê de bêyî ku encam bigre paşve vekişiyaye.
5. Roja 24’ê Hezîranê bi şev, di navbera gundên Pola û Tuyê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê de hêzên me bi leşkerên artêşa Tirk a dagirker re hatin pêşberî hev û şer derket. Di şerê li herêmê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî piştî ku birîndar dibe ji bo nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe teqand û şehîd bûye. Di vî şerî de 4 leşkerên dijmin birîndar bûne. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
29’ê Hezîranê 2019
1. Di 27’ê Hezîranê de saet di 06.30’an de hêzên me yên YJA-STAR’ê li dijî qereqola Yekmalê ya Qilebana Şirnexê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me li çeper û stargehên hêzên dijmin dane û di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me di 27’ê Hezîranê seat 06:00 de li dijî artêşa Tirk a ku hewl dida ewlekariya rêya di navbera Zivingê û Girê Guvenlîkê yê li Çiyayê Gabarê de pêk bîne, çalakiyek li dar xistine. Leşkerên Tirk ên dagirker ketine bin kontrola hêzên me. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê hêzên dagirker xwestine bi wesayîtên zirxî mudaxeleyî qadê bikin lê hêzên me li wesayîteke zirxî ya Kîrpî dane.
3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ya ku li hemberî tevgera dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me di 28’ê Hezîranê de saet 23.00’an de li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şekîfê ya li Xakurkê çalakiyek li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê leşkerek hatiye kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê qad bomberdûman kiriye û bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi silametî vegeriyaye baregehên xwe.
4. Roja 28’ê Hezîranê li navçeya Xozat a Dêrsimê hêzên me yên YJA-Starê wesayîta ku kontra û leşkerên dijmin tê de bûn, xistin bin kontrola xwe û şopandin. Hêzên me demeke dirêj wesayît şopandin û li nêzî qereqola Yenîbaşî li wesayîtê dan. Bi serkeftî li wesayîta dijmin hate xistin, leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû. Li aliyê din wesayîta dijmin derbe xwar.
5. Roja 29’ê Hezîranê (Îro) saet 04:30’an hêzên me li dijî nuqteya kontrolê ya li ser rêya di navbera navçeya Xîzan û navenda bajarê Bedlîsê de çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serkeftî li leşkerên artêşa Tirk a dagirker hate xistin, leşkerek hate kuştin.
28’ê Hezîranê 2019
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxist. Agahiyên têkildarî çalakiyên hêzên me wiha ne;
Roja 26’ê Hezîranê saet 12:00’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî yekîneyên artêşa TC’ê ya dagirker ku li derdora Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê lêgerîn dikirin, rêzeçalakiyên sabotajê lidarxistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopeterên Skorysky ji herêmê rakir.
Roja 27’ê Hezîranê saet 09:40’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Elîşer yê navçeya Gever a Colemêrgê bicihbûbûn çalakiyek lidarxist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û li gir teqînek mezin çêbû. Di encama teqînê de li gir şewat derket û nêzî nîv saetê dom kir. Di çalakiyê de kuştî û birîndaraên dijmin çêbûn lê hejmar nehate tespîtkirin.
Heman rojê saet 19:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li derdora Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakûrkê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi giranî li çeperên dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopertên Skorsky ji herêmê rakir û biserûber bi topên hawan û obusan herêm bombebaran kir. Di encama bombebaranê de li daristanê şewat derket.
2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşgerî ku li Eyaleta Serhedê didome de, roja 26’ê Hezîranê saet 04:00’an nizamiya qereqola Serêkaniyê ya navçeya Bazid a Agiriyê kirin hedef. Bi serketî li leşkerên li nizamiya qereqolê hat xistin, 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
27’ê Hezîranê 2019
1. Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 26’ê Hezîranê saet 04.30’an çalakiyeke birine ser kozika nobetê ya qereqola Bûbo ya Bazidê ya Agiriyê. Di vê çalakiyê de hêzên me gelek gole li wan reşandin, gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 çekên giran ên A4 ên li kozikê hatine tinekirin. Artêşa dagirker a TC’ê ku piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe rakirin, li qadên derdorê bi awayekî serûber gole reşandiye.
2. 26’ê Hezîranê hêzên me saet 19.15’an di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî cihê kontrolê ya artêşa TC’ê ya dagirker a li dehma Derava Qesranê ya di nav sînorên navenda bajêr a Çelê Colemêrgê de çalakiyek li darxistin. Di vê çalakiyê de kozik û wesayitên zirxî yên dijmin bûne hedef û berbiçav 1 leşker hatiye kuştin.
26’ê Hezîranê 2019
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên hêzên me didome. Hêzên me derbên giran li dagirkeran xistin. Kitekitên çalakiyan wiha ne;
Di 24’ê Hezîranê de saet 10.00’an de hêzên me li Girê Şekîf ê herêma Xakurkê li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.
Di heman rojê de êvarî artêşa Tirk a dagirker xwestiye li qada Derava Xezalkê ya di navbera Colemêrg û Çelê de operasyonekê bide destpêkirin. Yekîneyên dijmin ên ku hatine qadê ketine bin kontrola hêzên me. Yekîneyên dijmin demeke dirêj hatine şopandin û saet 20.30’an de bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de hêzên me ji du milan ve li wesayîta zirxî ya Kîrpî dane û vê wesayîta zirxî îmha bûye. Piştî çalakiyê wesayîta zirxî ya Kobra jî hatiye qadê û hêzên me dîsa ji 2 milan ve li vê wesayîtê dane û ev wesayît jî îmha bûye. Wesayîtên zirxî yên li qadê jî bûne hedefa hêzên me û gelek wesayît ji qadê reviyane. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî îmha bûne û 23 leşkerên dijmin hatine kuştin. Hêzên dijmin heta şev bi alîkariya firfirokên hewayî yên bêmirov leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye û sibehê jî enkaza wesayîtan ji qadê rakiriye.
Di 25’ê Hezîranê de saet 08.30’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me li çeper û stargehên leşkeran dane û li vê derê 2 leşker hatine kuştin.
Di heman rojê de saet di 12.30’an de hêzên me du helîkopterên Kobra yên ku ji Çelê diçûn Colemêrgê kirine hedef. Hêzên me li helîkopterekê dane û vê helîkopterê derb xwariye û xwe ji qadê vekişandiye.
Di heman rojê de saet 13.00’an de hêzên me li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li qada Deriye Pen a Govendê ya Şemzînanê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.
Bi vê çalakiyê re hêzên me saet 13.15’an de li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên li Tepê Xwedê ya li Avaşînê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.
2. Roja 22’ê Hezîranê hêzên me li herêma Çemçê ya navçeya Qagizman a Qersê kontrayê bi navê Suleyman Guldere ceza kirine. Ev şexsê han bi dewleta Tirk a dagirker re kar dikir, di sala 2010’an li navçeya Qaxizman a Qersê di şehadeta hevreyên me Firat Mûnzûr (Gokmen Akpolat) û Harûn Şiyar (Alî Cîlo) rol girtiye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danîn û cenazeyê kontra ji herêmê rakir. Çapemeniya Tirk a dagirker nûçeyên ku vî şexsî weke şivanekê dide nîşandan parve dike û vî şexsî weke kesekî masûm dide nîşandan, ev ne rast e. Kesên mîna vî ku di şehadeta hevrêyên me de rol bileyzin li ku derê bin wê cezayê pêwîst were dayîn.
25’ê Hezîranê 2019
1.Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî Ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome hêzên me bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Zîlan de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor li dar xistine. Agahiyên derbarê van çalakiyan wiha ne;
Di 23’ê Hezîranê de saet 09.05’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker a ku li Girê Şehîd Rahîme ya Gevera Colemêrgê rê çêdikir, çalakiyek li dar xistin. Hêzên me ji du milan ve li çeper û makîneyên kar ên dijmin xistine û di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi obus û hawanan li qadê dane.
Di heman rojê de hêzên me saet 19.30’an de di navbera Çelêya Colêmêrgê û Wanê de li nêzî gundê Çemê Bedel li dijî benda kontrolê ya artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Hêzên me ji 3 milan ve li dijmin dane. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin, klûbeyeke dijmin û wesayîteke leşkerî jî derb xwarine.
Di 24’ê Hezîranê de hêzên me saet 11.30’an de li ser rêya di navbera Girên Şehîd Ferman û Şehîd Elîşêr de li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Di heman rojê de saet 19.35’an de hêzên me yên YJA-Starê li Qada Meydankê ya Gevera Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji 2 milan ve li dagirkeran dane û di vê çalakiyê de 8 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
2.Di 19’ê Hezîranê de saet 00.10’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Karar a Azaxpêrta Çewligê operasyonek dane destpêkirin û saet 02.00’an de hêzên dagirker bi balefirên şer û helîkopteran qad bomberdûman kirine. Piştî bomberdûmanê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterê leşker daniye qadê. Li vê derê şerên giran çêbûye. Di vî şerî de 2 rêhevalên me, piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûne. Ev operasyon di 20’ê Hezîranê de ji qadê hatiye vekişandin. Wê nasnameya rêhevalên me yên şehîd piştre ji rayagiştî re werin eşkerekirin.
24’ê Hezîranê 2019
1.Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Hêzên me derbeyên giran li dagirkeran dan û agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Roja 23’ê Hezîranê hêzên me yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Tepê Xwedê ya herêma Avaşînê bi cih bûbû, xistin bin kontrola xwe. Hêzên me ku demek dirêj yekîneya dijmin xistin bin kontrola xwe saet 14:20’an de bi serkeftî li wan dan. Di çalakiyê de çeperên ku yekîneya dijmin diparast hate rûxandin, 5 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker ku di çalakiyê de derbeyek giran xwar bi obus, hawan û tankan herêm bombebaran kir. Yekîneya me ku çalakî li dar xist bi silametî gihişte baregeha xwe.
Roja 24’ê Hezîranê saet 02:00’an hêzên me li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Sariya ya herêma Xakûrkê bicih bûbûn çalakiyekî sekvanî li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
2.Roja 24’ê Hezîranê (îro) saet 08:00’an hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Stûna ya sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Leşkerên dijmin ku ji bo parastina rê diçûn Girê Stûna hêzên me wan li tengava Zavîte kir hedef. Hêzên me bi serkeftî li yekîneya dijmin xist û di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.
23’ê hezîranê 2019
1.Roja 18’ê Hezîranê saet 00:10’an hêzên me riya di navbera taxên Metmanis û Taxa Jor a navçeya Westanê a Wanê ji bo trafîkê girtin.
Hêzên me têkildarî pêvajoyê gel agahdar kirin û nasname kontrol kirin. Piştî vê çalakiyê saet 02:00’an yekîneyên kontra yên girêdayî artêşa TC’ê ya dagirker xwestin êrîşî herêma çalakiyê bikin. Hêzên me li dijî vê yekîneya kontra çalakiya sabotajê li dar xist û 4 kontra birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker li herêmê dest bi operasyonekê kir, bi ser hinek malên li herêmê de girtin û zext li gel kirin. Yekîneya me ku çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.
22’ê hezîranê 2019
1. Li hemberî operasyona dagirker a dewleta Tirk a dagirker a li dijî qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me li gelek qadan çalakiyên bi bandor li dar xistine. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine.
Di 12’ê Hezîranê de saet di 22.00’an de hêzên me yên YJA Star li dijî leşkerên li Girê Lêlikanê yên li herêma Xakurkê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye zelalkirin 2 leşker hatine kuştin.
Di 20’ê Hezîranê de jî li nêzî Tepê Xwedê hêzên me yên YJA Starê leşkerên dijmin xistine bin kontrola xwe û di heman rojê de saet di 18.00’an de ji nêz ve li leşkeran dane. Di vê çalakiyê de yek jî payedar 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Di 21’ê Hezîranê de saet di 08.00’an de hêzên me li ser rêya Qereqola Girê ya Çelêya Colemêrgê li dijî wesayîteyeke leşkerî ya Reo çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî hatiye îmhakirin û gelek leşker hatine kuştin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatine tespîtkirin.
Yekîneyên me yên ku ev 3 çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
2. Di 17’ê Hezîranê de hêzên me li dijî Qereqola Tingê ya li Qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin û panzêrek hatiye derbkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker di 19’ê Hezîranê de li qadê operasyonek daye destpêkirin.
Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;
Leşkerên dagirker ên ku li qadê operasyonek dabûn destpêkirin di 19’ê Hezîranê saet di 19.00’an de bûne hedefa hêzên me. Hêzên me li hemberî hemû yekîneyên operasyonê çalakiyên bi bandor dane destpêkirin. Di van çalakiyan de 7 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayîtên zirxî ji qadê derxistine. Artêşa Tirk a dagirker ji ber derbên giran ên ku xwar, di heman rojê de bi şev xwe ji qadê vekişandiye. Di vê operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.
3. Di 19’ê Hezîranê de yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker li Zozanên Tofdakê yen Dortyola Hatayê kemîn danîne. Hêzên me vê yekîneya veşartî xistine bin kontrola xwe û di heman rojê de saet di 10.20’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de yek jê fermandarê yekîneyê, 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
4. Roja 14’ê Hezîranê saet 19:30’an de hêzên me bi yekîneyekî artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Mexrebiyan a herêma Şehîd Mizgîn a Bedlîsê re hate pêşberî hev û şer derket. Di navbera yekîneya dijmin û hêzên me de şerekî dijwr qewimî û gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevrêyê me Eren Karker Pasûr (Unal Dînar) ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kir, şehîd bû.
21’e Hezîranê 2019
1. Artêşa Tirk a dagiker li devera Çarçella ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi desteka kontrayan kemînan datînin.
18’ê Hezîranê hêzên me li navbera gundên Berdereş û Sêguza ya dikeve nêzî devera Geliyê Doskî yekîneyeke ya kemînan datînin ferq kirin, xistin di bin kontrola xwe de. Ev yekîneya ku demeke dirêj xistin di bin kontrola xwe de, saet 18:30’î hêzên me ji nêz ve li vê yekîneyê da. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin. Piştre demek kin di navbera hêzên me û vê yekîneyê de şerekî dijwar rû da. Hevrêyê me Nûman Stêrk ê bi lehengî heta dawî şer kir, şehîd bû. Kontra û leşkerên ji bo hewara leşkeran hatin jî bûn hedefa hêzên me, ji vê hêza teqwiyeyê jî 4 leşker hatin kuştin.
Di vî şer û çalakiyên rû dayî de 2 jê payebilind bi giştî 8 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî hatine birîndarkirin.
2. Roja 17’ê Hezîranê saet 12:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li zozamên Kanîreş yê herêma Deriyê Qaçê ya navçeya Qileban Şirnexê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku heta roja 18’ê Hezîranê di operasyonê de ti encam bidestnexist, êşkence, heqaret û zext li ser gelê sivîl yên li zozanan bûn, kirin.
3. Roja 20’ê Hezîranê saet 05:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundê Paçan yê girêdayî navçeya Payîzava û herêma Sûlava û Aşkîta yên navçeya Şax a Wanê operasyonek da destpêkirin. Agahiyên têkildarî operasyonê ku bi qismî didome ku bi destketin wê bi raya giştî re were parvekirin.
19’e Hezîranê 2019
1. Hêzên me roja 17’ê Hezîranê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî qereqola Tingê ya li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şax a Wanê çalakiyek lidarxist.
Di vê çalakiyê de ji du baskan ve bi serketî li çeper, baregeh û wesayîtên zirxî yên li qereqolê de hate xistin, leşkerek hate kuştin û panzerek derd xwar.
2. Roja 17’ê Hezîranê saet 00:30’an hêzên me li dijî stasyona bazê ya dagirkeran li herêma gundê Godernê yê navçeya Kulp a Amedê çalakiyeke sabotajê lidardxistin û stasyona bazê hate rûxandin.
17’e Hezîranê 2019
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî tevgera dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 16’ê Hezîranê saet 13:40’ê li Girê Şehîd Bager çalakiyeke ya sabotajê pêk hat. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
2. 15’ê Hezîranê saet 01:30’î hêzên me, li dijî Qereqola Deştanê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrêg çalakiyek lidar xistin.
Di vê çalakiyê de ku ji du baskan ve li çeper û kozikên dijmin hatin xistin, 2 çeper hatin rûxandin, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.
3. 12’ê Hezîranê li devera Şêxler a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derketiye. Têkildarî agahiyên li ser vê mijarê em ê piştre agahiyan bi raya giştî re pave bikin.
4. 12’ê Hezîranê hêzên me li geliyê gundê Kurike yê girêdayî navçeya Mehsert a Mêrdînê rastî hêzên dijmin tên, li vir şer rû dide. Piştî şerekî dem kurt, artêşa TC’ê bi balafirên şer qadê bombe dike. Di vî şer û bomberdûmanê de ti winahiyên hêzên me nîne.
16’e Hezîranê 2019
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyên bi bandor lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Hêzên me roja 14’ê Hezîranê saet 04:30’an baregeh û alavên leşkerî yên dijmin yên li girê Devê Masî yê navçeya Çelê ya Colemêrgê rûxand. Piştî vê çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker li herêmê opersyon da destpê kirin û ber bi gir ve bipêşveçûn. Hêzên me heman rojê li dijî yekîneya operasonê rêzeçalakî lidarxist. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên hewan û obusan bêserûber herêm bombe kir. Yekîneya me ku çalakî lidarxist bi silametî vegeriya baregeha xwe.
Hêzên me yên YJA-STAR’ê roja 9’ê Hezîranê li dijî wesayîta yekîneyên kontra ku di rêya di navbera tepê prastin û qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê ve bipêşve diçûn çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker kuştina van herdu kontrayan weke ku 2 sivîl ên ku li înşata qereqolê kar dikin, bi raya giştî re parve kir. Ev şexsên he beriya niha bi dehan car ji aliyê hêzên me ve ji ber hevkariya bi dijmin re hatin hişyarkirin. Tevî hemû hişyarin ev kesên ku bi dijmin re kar dikirin li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê dijminahiyekî aktîv kirin. Di çarçoveya şerê taybet de divê gelê me li dijî van nûçeyên derew yên dewleta TC’ê ya dagirker hê bêhtir baldar be.
15’e Hezîranê 2019
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 12’ê Hezîranê saet 22:50’an hêzên me li Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên ku parastina ewlehiya artêşa TC’ê ya dagirker ku li gir bi cih bûbûn dikir, çalakiyekî sekvanî lidarxist. Di çalakiyê leşkerek ji yekîneya dijmin hate kuştin. Piştî çalakiyê roja 13’ê Hezîranê saet 01:00’an hêzên me cara duyemîn yekîneya li gir kir hedef. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin û di çalakiyê de leşkerek din hate kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker saet 02:00’an bi helîkoptera Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.
Roja 14’ê Hezîranê saet 04:30’an hêzên me li dijî lşekerên dagirker ên li Girê Şehîd Bager ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespît kirin.
Heman rojê hêzên me saet 04:30’an panelên rojê, kamerayên mobese û gelek alavên leşkerî yên dijmin ên li Girê Devê Masî yê Çelê îmha kirin.
2. Di çarçoveya pêngava tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de roja 14’ê Hezîranê saet 09.00’î hêzên me li dijî leşkerê li ser girê Deriyê Beroj ê li herêma Şehrîban a Bestayê ku ser bi Şirnexê ve ye, çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiya ku derbên giran li dijmin hatî xistin de 2 leşkerên dagirker hatine kuştin. Hêzên me, bi hevdemî makîneyeke kar a dijmin jî daye û rûxandiye.
14’e Hezîranê 2019
1. Çalakiyên gerîlayan me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de tên kirin dewam dike.
13’ê Hezîranê hêzên me saet 09:30’î li dijî leşkerên li qontara Şikêrê ya ku ewlekariya Qereqola Bêzelê ya girêdayî Şemzînan a Colemêrgê dikirin, çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de, hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatin zanîn.
Hêzên me yên YJA Star heman rojê saet 11:00’an li dijî leşkerên TC’ê yên li devera Deriyê Pen ên dikeve Herêma Govendê ya girêdayî Şemzînanê rêze çalakiyên sekvaniyê lidar xistin. Di van çalakiyên hatin pêkanîn de 2 leşker hatin kuştin.
13’e Hezîranê 2019
1. Hêzên me li dijî tevgera dagirker a li Xakurkê, di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 11’ê Hezîranê de saet di 15.30’an de li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek li dar xistiye.
Di vê çalakiyê de çeperek hatiye rûxandin û 3 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistiye.
Di çarçoveya pêngavê de hêzên me di heman rojê de saet di 04.00’an de li dijî qereqola Tepê Ortê ya Çelêya Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hêzên me li çeper û stargehên di hewşa qereqolê de dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker saet di 09.30’an de Qada Dola Qominîsta bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.
2. Di 9’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Cafer, Şehîd Welat û Çiyayê Sûsûzê ya Dêrsimê operasyonek daye destpêkirin. Di vê çalakiyê de kesê bi navê Şêxo Amed (Şeyhmûs Ozdemîr) piştî ku dîl ketiye destê dijmin, bûye kontra. Li gorî agahiyên ku vî kesî dane artêşa Tirk operasyona xwe li qadên Mêrga Çepera û Mêrganê domandiye. Ev operasyon bi qasî mehekê domiyaye û di 8’ê Hezîranê de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker şer çêbûye. Artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kiriye. Hêzên me di van şeran de li ber xwe dane. Di vî şerî de rêhevalên me Dîcle, Berfîn, Nûda, Havîn, Kînem piştî şerekî qehremanî şehîd bûne. Em ê nasnameya rêhevalên xwe yên şehîd piştre ji raya giştî re eşkere bikin.
Di 9’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li qadên Tavneş û Hingirva yên Dêrsimê operasyonek dane destpêkirin. Ev operasyon di heman rojê de ji qadê hatiye vekişandin.
12’e Hezîranê 2019
Hêzên me li dijî tevgera dagirker a dewleta Tirk a ku li Xakurkê daye destpêkirin, bi berxwedaneke dîrokî têdikoşin. Artêşa Tirk a dagirker ji Xakurkê heta Serhedê derbên giran dixwe û windahiyên xwe ji raya giştî vedişêre. Hêzên dagirker ên ku hemû derfetên xwe seferber kirine li hemberî qadên gerîlayan têk diçin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne;
1. Artêşa Tirk a dagirker li Xakurkê tevgereke dagirker dabû destpêkirin. Hêzên me li qadê Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya dabûn destpêkirin û 11’ê Hezîranê de nîvro li Geliyê Ermûşê yekîneyên operasyonê xistine bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 15.00’an de ji 3 milan ve li hêzên dagirker dane. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi helîkopterên taarûzê û obûs û hawanan li qadê daye û êvarî jî mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Hêzên me yên ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
2. Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger a ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li ser rêya Bazîd û Îdirê, yekîneya dijmin xistine bin kontrola xwe û di 11’ê Hezîranê saet di 06.30’an de li panzêrê û kamyonekê dane ya ku 30 leşker tê de bûn. Ev kamyon îmha bûye û panzêrê jî derbên giran xwariye. Di vê çalakiyê de 20 leşkerên dijmin hatine kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne.
Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan li qadê daye û bi gelek ambûlansan leşkerên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Hêzên me yên HPG, YJA Star û HBDH’ê ev çalakî li dar xistine û bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
3. Di 9’ê Hezîranê de saet di 19.20’an de hêzên me li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker dane ya ku ewlehiya bendava Farqînê dikin. Di vê çalakiyê de bi hêzên me li kûleya leşkeran daye û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên artêşa Tirk a dagirker nehatine tespîtkirin.
Di 10’ê Hezîranê de saet ji 19.00’an heta şev, hêzên me di navbera Pasûrê Amedê û Mûşê rê kontrol kiriye. Hêzên me di vê çalakiyê de rê ji trafîkê re girtine û derbarê pêvajoyê gel agahdar kirine.
10’ê Hezîranê 2019
1. Hêzên me, di dorhêla Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker didomînin. Hêzên me li dijî hewladana dijmin a dagirkirina herêma Xakurkê, li navçeya Çelê ya Colemêrgê li 3 cihên cuda çalakiyên bi bandor pêk anîne. Di vê dorhêlê de;
8’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker, bi piştgiriya yekîneyên xwe yên veşartî yên li herêma Kanî Orê li bejahiyê kemîn daniye. Hêzên me ev yekîneya dijmin a kemîn danî xistiye bin venêrîna xwe û heman rojê danê nîvro çalakiyek pêk aniye. Hêzên me ji du aliyan ve ji nêz ve bi awayekî bi bandor li dijmin dane. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê dijmin, bi obus û hewanan herêm bê serûber bomberdûman kiriye.
Heman rojê saet 12.30’î hêzên me, çalakiyek li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Colemêrg bi cih bûyî pêk anîne. Di vê çalakiya ku hêzên me derbên giran li dijmin dane 3 leşkerên di çeperan de hatine kuştin. Dîsa artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê herêm bi obus û hewanan bomberdûman kiriye, lewre li herêmê şewat derketiye.
9’ê Hezîranê, hêzên me danê nîvro saet 11.30’î li leşkerên dijmin ên li ser Girê şehît Bager bi cih bûyî çalakiyek pêk anîne. Çeperên dijmin ên li ser gir bi derbên giran hatine lêdan lê belê nehatiye zelalkirin ka çend kuştî û birîndarên dijmin hene.
8’ê Hezîranê 2019
1. Hêzên me ên YJA Star’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 8’ê Hezîranê ango îro saet 04:45’an li dijî yekîneya artêşa Tirk a dagirker a li girek Qereqola Wargenima ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek pêk anîn.
Di vê çalakiyê de ku li çeper û kozikên leşkeran ên li gir bi xurtî hate xistin de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hewanan qad bombe kirin.
7’ê Hezîranê 2019
1. 6’ê Hezîrana saet 14:00’an hêzên me me li dijî leşkerên li Qereqola Amûtka ya girêdayî navçeya Xozat a Dersimê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerke hatiye kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker a li Serhedê derbên giran ji destê gerîla dixwun, bi rêya çapemeniya şerê taybet ragihandine ku di vê operasyonê de 2 gerîlayên me şehîd bûne. Ev nûçe nerastin û derew in. Di vê êrîşê de tu gerîlayên me şehîd nebûne, ev nûçe di çarçoveya şerê taybet ê dagirkeriyê de hatine serwîskirin. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk ji van nûçeyan bawer nekin.
6’ê Hezîranê 2019
1. Di 3’ê Hezîranê de li nezî Pira Şoşveng a Pilura Dêrsimê hêzên me yekîneyeke artêşa dagirker xistine bin kontrola xwe ya ku kemîn danîne. Hêzên me demeke dirêj ev yekîne şopandine û di saet 18.00’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane.
Di vê çakiyê de bi qasi ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Lê hêjmara leşkerên mirî û birîndar gelekî zede ne.
4’ê Hezîrana 2019
1. Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya , roja 3’ê Hezîranê saet 20:00’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.
3’ê Hezîranê saet navbera 23:00 û 00:00’an helîkopterên êrîşê yên artêşa TC’ê ya dagirker biserûber bombe li derdora girê Şehîd Şerîf û Şekîf, herêma Şehîd Botan, Ermûş ên Xakûrkê barandin. Di van êrîşan de ti windahiyek canî ya hêzên me çênebûne.
Wezareta Parastinê ya Tirk nûçeyên ku di operasyonê de heta niha 34 gerîlayên me şehîd bûne serwîs dike. Bîlançoya ku her roj Wezareta Parastinê ya Tirk radigihîne ji nêz û dûr ve ti eleqeya xwe bi rastiyê re tune ye. Divê gelê me ji van nûçeyên şerê taybet ên dagirkeran ku bi hemû teknolojiya di destê wan de bi hovane êrîşî xaka Kurdistanê dike, bawer nekin. Heta niha di operasyonê de 2 hevreyên me şehîd bûne û di daxuyaniya 3’ê Hezîranê de me ev ragihandibû. Dewleta Tirk ku li beramberî gerîla hemû îmkanên xwe seferber kiriye ti serketinek bi dest nexistiye, ketiye pey serkeftinên qelp û derewîn.
3’ê Hezîrana 2019
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku li Xakûrkê didome de roja 30’ê Gulanê saet navbera 11:00 û 12:0’an de li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Botan bicih bûbûn çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndaren xwe ji herêmê rakir.
Di daxuyaniya 2’ê Hezîranê de me ragihandibû ku roja 1’ê Hezîranê hêzên me li Girê Şehîd Derwêş li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek lidarxistibû û di çalakiyê de 9 leşker hatibûn kuştin û gelek leşker jî birîndar bûbûn. Divê çalakiyê de hevreyên me Brûsk û Mizgîn bi fedayî li gel dagirkeran şer kirin û bi giranî birîndar bûn. Tevî hemû mudaxleyan hevreyên me nehatin rizgarkirin û roja 2’ê Hezîranê şehîd bûn. Nasnameyên hevreyên me ku li Xakûrê tevî hemû teknîka di destê dijmin de navê xwe di berxwedana dîrokî de nivîsandin wê piştre bi raya giştî re were parve kirin.
Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de yekîneyekî artêşa TC’ê ya dagirker ku ewlehiya rêya dinavbera Colemêrg – Çelê ya herêma Dêrava Qesranê a navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk dianin, xistin bin kontrola xwe. Yekîneya dijmin ku demeke dirêj hêzên me xistin bin kontrola xwe roja 1’ê Hezîranê saet 20:30’an kir hedef. Hêzên me ji nêz ve bi giranî li yekîneya dijmin xistin. Divê çalakiyê de e leşkerên payebilind hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bin jî. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka balafirên keşfê û helîkoperên kobra kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ku çalakî lidarxist bi saxlemî gihiştin baregehên xwe.
2. Artêşa TC’ê ya dagirker roja 21’ê Gualnê li herêmên Tepê Reş, Tepê Vizik, Tepê Dûmanlî û Tepê Karargah ên herêma Kizil Kilîse ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonê kir. Li herêma Tepê Reş hêzên me yekîneya dijmin ku kemîn diavêtin xistin bin kontrola xwe û di çaroveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşgerî roja 31’ê Gulanê saet 11:00’an çalakiya sabotajê lidarxist. Divê çalakiyê de qasî hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.
2’ê Hezîrana 2019
Artêşa Tirk Li Serhed û Xakurkê Derbên Giran Xwar: 37 Leşker Hatin Kuştin
1. Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên berfireh li dar xistine. Ev çalakî bi wesîleya 1’ê Hezîranê hatine lidarxistin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin.
Di 1’ê Hezîranê de saet di 09.30’an de li navçeya Başan a Îdirê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke şoreşger hatiye lidarxistin. Wesayîta bi zirx a ZPT û du panzêrên ku ji Başanê diçûn Îdirê bûne hedefa hêzên me. Hêzên me ji nêz ve li ZPT’ê dane û wesayît îmha bûye, panzêrê jî derbên giran xwariye. Leşkerên dijmin ên ku xwestine ji panzerê derkevin, hêzên me li wan dane û hemû leşkerên di panzerê de hatine kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi gelek wesayîtên zirxî xwestiye were qadê lê hêzên me ji du aliyan ve li wan jî dane. Li vê derê wesayîta zirxî ya Kîrpî îmha bûye, wesayîta Amarok û du wesayîtên Reo jî derbên giran xwarine. Hêzên me qad xistine bin kontrola xwe û demeke dirêj nehiştine leşkerên dijmin tevbigerin. Di vê operasyona şoreşgerî de herî kêm 20 leşker hatine kuştin û herî kêm 10 leşker jî birîndar bûne. Artêşa Tirk a dagirker êvarê bi gelek wesayîtên zirxî û ambûlansan, mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine, bi firfirokên hewayî yên bêmirov qad bomberdûman kirine. Vê operasyona şoreşgerî ji aliyê HPG, YJA-STAR û HBDH’ê ji bo silavkirina Pêngava 1’ê Hezîranê hatiye lidarxistin.
Ev demek e ku artêşa Tirk a dagirker di navbera qereqolên Serêkaniyê û Kozîlî yên Bazîda Agiriyê rêya ewlehiyê çêdike. Hêzên me yên YJA-STAR’ê di 1’ê Hezîranê de saet di 06.00’an de li dijî wesayîta transît a ku kontra tê de bûn û di çêkirina vê rêyê de dixebitine, çalakiyeke sabotajê li dar xistine.
Di çalakiyê de 6 kontra hatine kuştin û 2 kontra jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine û êvarê li qadê operasyonek dane destpêkirin. Ev operasyon bêyî ku bigihêje armanca xwe, bi paş ve hatiye kişandin. Artêşa Tirk a dagirker vê çalakiya li hemberî kontrayan, bi rêya medyaya di bin fermana xwe de wekî êrîşî li dijî sivîlan pêşkêş kiriye. Ev kontra tevî dagirkeran dixebitin, li hemberî nirxên gelê Kurd in û li hemberî gerîlayan bi dijmin re ne.
Di 31’ê Gulanê de saet di 16.30’an de hêzên me yên YJA-STAR’ê li dijî leşkerên li qereqola Gulîzerkê ya Ebexa Wanê çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di van çalakiyan de serbazek û leşkerek hatine kuştin. Artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qadê dane û operasyonek dane destpêkirin. Di van hemû çalakiyan de tiştek bi hêzên me nehatine.
2. Hêzên me bi çalakiyên bi bandor bersivê dide operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Xakûrkê dayî destpêkirin. Roja 1’ê Hezîranê saet 03:30’an hêzên me li dijî leşkerên TC’ê yên dagirker ku li Girê Şehîd Derweş bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin.