KERKÛK – Boriya neftê ya Kerkûk-Ceyhan li sinorê parêzgeha Musilê bi bombeyek çandî hate teqandin. Ji ber teqînê hinardekirina nefta Kerkûkê hate rawestandin.
Di saetên êvarê de li sinorê parêzgeha Musilê bombek çandî dibinê boriya nefta Kerkûk-Ceyhanê de hate teqandin. Li gorî zanyariyan çeteyên DAIŞ’ê teqîn pêkanîne.
Serçaveyek taybet ji Kompanya Nefta Bakur a Kerkûkê got; “Vê êvarê li beşa başûre bajarê Musilê boriya neftê ya Kerkûk-Ceyhan hatiye teqandin û agir pêketiye. Ji bona wê hinardekirina nefta Kerkûkê ji bo Tirkiye hatiye rawestandin.”
Heman çavkanî eşkere kir ku bombe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye teqandin. Herwiha ragihand tîmên agirkujiyê yên Musilê mijûlî vemirandina agirin û heya borî were çêkirin wê hinardekirina neftê neyê kirin.