GEVER – Li gorî agahiyên herêmî balafirên şer ên aîdî dewleta tirk a dagirker li navçeya Geverê li herêma Oremarê/Keprê bombebaran dike. Bombebaran di saet 23:00’an destpê kir heta 00:00 berdewam kir. Derbarê ziyana ku li herêmê çêbuye tu agahî bi dest ne ket. Tê gotin ku hin jî bombebaran didome.