STENBOL – Yekîneyên Tolhildana Şehîd Serhildan Mazlum daxuyanî da û diyarkirin ku wan li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê di 2’ê Tîrmehê di saet evarî de li Taxa Mûzaffer Karayollari qehwexaneyeke kumarê kirine hedef û bi bombeyên karên destan çalakî kirine.
Yekîneyên Tolhildana Şehîd Serhildan Mazlum di daxuyaniya xwe ev tişt got: “Li Rêya Fatîhê ya Taxa Karayollari ya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê me li hemberî qehwexaneya ku kûmar dida lîstin, çalakiyek li dar xistiye. Em careke din diyar dikin ku em têkbirina kûmar, fihûş û tiryakê dikin hedef a ku bi destê dewlet û çeteyên AKP û MHP’ê tê kirin.”