Denîz Firat
“Em çawa têkiliya polîtîka û hunerê bigrin dest? Pêwîste ku mirov van mijaran jî bigre dest. Çand û huner çiye? Çi cudahî di navbera çand ûhunerê de heye? Pêwîste ku em pênaseyavan bikin. Hîna rast û dirûst têgihiştina van têgînan min çênekir. Çand çiye? Huner çiye? Exlaq çiye?
Aborî jî çandek e. Em ji nirxên çîrokan bigrin heya nirxên zanistî hemû di nav çandê de bi pêş dikeve. Pêwîste em bidin têgihiştin ku ev herêm di bingehê xwe de vegotina çi ji bo Kurdistanê dike. We vana wekî têgînên razber hundirîn kiriye. Di Kurdistanê de pirsgirêka çandê çi ye? Di Kurdistanê de erka hunerê wê çi bibe? Girêdayî tekoşîna PKK’ê wê çi bibe? Bi şeklê exlaqî bersivhatiye dayîn. Bûyera exlaq û PKK’ê pir zêde şênber bûye. Lê ji bo hunerê em nikarin heman tiştî bidin diyarkirin. Em di Kurdistanê de zêde li ser pirsgirêka çandê ne serwer in yan jî di têgînîkirin û pêk anînê de valatiyeke diyar heye. Derfet nîne ku mirov hemûyan lêkolîn bike. Dibe ku çînî jî be. Lê biçi şêweyî ye? Mînak, çanda hunerê heye. 50’î baskên hunerê jî hene. Çanda aborî, çanda siyasî, gelek baskên çandêyên girêdayî mirov hene. Ne gengaz eku mirov hemûyan lêkolîn bike. Dibe ku em nekarin ewqasî lêhûrbûn bi serbixînin. Herî kêm ji bo pêvejoya me ya şoreşgerî, divê biqasî ku em dikarin dest bavêjin pirsgirêkê texmîn bikin. Ez hinek pirs an jî, bipirsim bes e. Ger em bikarin hinek pirsên bi wate derbixînin holê ew jî bes e. Pêwîst e em bersivê bidin çand û hunera ku têkoşîna xilasiyê derxistî holê. Ango bi qasî ku em bi şoreşê re eleqedarin, em dikarin ji hunerê re jî têgînekê û ji vê çalakiyê re derfetekî pêk anînê bidin. Em behsa têkiliya vê ya bi polîtîkaya şoreşgeriyê re dikin. Em behsa têkiliya wê ya bi derketina PKK’ê re dikin. Ji niha ve pirsên PKK û çand, PKK û exlaq derketine holê. Bê guman em ê pênaseyên wisa cuda jî bikin. Ha niha ez li ser pênaseyekê difikirim. Ez bawerim, bi were di nava hewayeke sohbetê de dikarim vêna bidim xuyakirin; di nava çalakiya mirovan de, dibin xedariya qeyde ên xwezayî yên nifşê mirov û civakî de, wextê ku jiyana madî di afirandinê de zehmetiyên ku pê re rû be rû mane, ji bo ku xizaniyan û êşan bidin sekinandin çalakiyên afirîner kirin e. Ger em bala xwe bidinê, ev çalakiyekî afrînerîya xweserê mirov e. Cihên ku têkoşînên mezin lê têmeşandin de zehmetî û êşên mezin tên jiyîn. Lewre jî berhemên mezin ên hunerê derdikevin holê. Her wiha şêweyên êş û zehmetiyan, şeweyên hunera xwe jî di afirîne. Lê belê li vê derê hunera ku pêwîste were têgihiştin, bi tevahî karê mirovekê ye. Him jî nekarê têkoşîna polîtîk a mirov e. Polîtîka li cihekî pêvajoyeke dîrokî ya ku pêwîste civak li gorî felsefeya meteryalîst bijî. Hindek jî ilmî ye. Polîtîka wek zanistekî tê bikaranîn, wekî hunerekê nayê bikaranîn. Tenê wekî zanistekê tê destgirtin. Cardin aborî ne wek hunerekê, wek zanistekê tê bikaranîn. Di navbera zanist û hunerê de cudabûn heye, lê ne dijberî hev in. Bi awayek misoger huner ne zanist e.
Aborî ne wek hunerekê, wek zanistekê tê bi karanîn. Di navbera zanist û hunerê de cudabûn heye, lê nedijberî hev in. Bi awayek misoger huner ne zanist e. Di bingehê xwe de huner derveyî zanistê, di wateyekî din de bûyerekî ji zanistê wêdetir e.
Di bingehê xwe de huner derveyî zanistê, di wateyekî din de bûyerekî ji zanistê wêdetir e. Ger em vê şîroveyê di milê bîrdozî de bigrin dest, huner ne bîrdoziye jî; qadeke ku li derveyî zanist û bîrdoziyê dimîne ye. Bo nimûne, têkoşîna ku PKK dide meşadin, xwe dispêre sosyalîzma zanistî; di wateyêde şerekî polîtîkaye ku wateya wê ya zanistî heye. Di vê wateyê de huner ne şere jî. Lê ji niha ve sîtava xwe daye gelek herêmên hunerê. Ango li ser qadên ku me weke qadên hunerê vegotiye bandora xwe çêkiriye û herêmên hunerê jî berbi guhertinê ve dibe. Mesela êdî pergala lîstoka kilasîk, strana cuda dibe. Bala xwe dide encamên şoreşgerî yên PKK’ê û him şewqvedanê, him jî guhertinê dijî. Min li cihekê xwendibû, tam nayê bîra min, lê bivî rengî digot; huner, sîtava çalakiyên mirov e û guhertina wêna ye. Lê dema ku em dibêjin divê “hunera şoreşgerî were afirandin”, em dibêjin bi serê xwe qada şer e. Afirînerê wê him wê teorîk be û him jî wê kardarî be. Afirîner ew ê, biqasî ku bala xwe dide li ser mijarên şerê şoreşgerî yên bîrdozî, polîtîk, leşkerî û pêşketina zanistî, wê li ser mijarên pêşketinên hunerê jî divê serwer bibe. Ez li serhozan û hunermendên me dihizirim. Ji van hemû zagonan bê agahîne, pêdivî bi lêkolînê jî nabînin. Berhema hunerê ya ku vana derdixin holê, dibe ku tam çalakiya xeşîmekê yan jî ya amatorekê be. Ji xwe ev jî têrê nake. Ji şêwazê vê xebatê komekî hunerê ya profesyonel dernakeve û wê pir hov bimînin. Ji xwe wisane.
Wê demê, em ji pêdiviyên hunerê re dibêjin “erê”. Ez di jiyana xwe de jî mînakên vêna dibînim. Ez dihizirim ku pêwîste şoreşgerek di heman demê de xwedî taybetmendiyên hunermendî be jî. Di şoreşger de milê hunermendî, milê xweşikbûnê ye û hunermendiya kirina karên xweşik e. Qeydeyekî vêna jî heye. Mînak, mirov qeydeyên têkoşîna polîtîk pêk bîne, ango girînge ku mirov li gorî zanistiya wêna biçe; têkiliya vêna bi hunerê re jî, kar weke strîna stranekê meşandina xebatê ye. Dema ku ez dibêjim xweşik bi rê ve birin, ez behsa baldarbûna wê dikim. Ji ber ku civaka me, ji naveroka wê ya zanistî zêdetir, li gorî xebatên hunerî yên xîtabê çav û guh dikin hîn zêdetir derbasî tevgerê dibin. Lewra jî pêwîste ku aliyê hunerê yê kar, aliyê kes yê hunermend, aliyê wê yê nazik û xweşik îhmal neke. Pêwîstiya ku şoreşgerek di çalakiya xwe de ji seranseriyê dûr bikeve û di ziravbûna hunermediyê de, lê di bingehê zanistî de dana meşandina çalakiya derdikeve holê. Bi awayekî hîn kûrtir, em behsa pirsgirêka hunerê ya ku em dixwazin di partiya xwe de pêş bixînin, bi taybetî jî em ji bo milîtanan behsa pirsgirêka hunerê dikin. Ev hîn zêde giringe. Pêwîste mirov bala xwe bide ser milê hunerê yê çalakiya şoreşgerî. Baldayîna vî milî tê wateya ku mirov bi zanebûn ji folklorê sûd werbigre, tê wateya ku mirov bi zanebûn ji mûzîkê sûd werbigre, tê wateya ku mirov bi zanebûn ji peykersaz û baskên hunerê yên wekî wana sûd werbigre. Ya rastir tê wateya ku mirov xwe wekî stranbêjekê/î, wekî wênesazekê/î, wekî peykersazekê/î, wekî wêjevanekê/î zirav bike. Gerem van milên xwe yên pêwîst pêş bixînin, em dê milîtaniya şoreşgerî û di Kurdistanê de milê wê yê herî xwe serpêş bixînin. Wekî strîna stranekê bizavekî bi rêkûpêk bike ku ji guhan re xweş were pêşxistin, dê were gotin ku “çalakiyek pir xweşik kirin”. Ev milê çalakiyê yê hunermendî ye. Huner jî bi şeklekî bandorker hatiye kirin. Tam wekî pêwîste ku were lêdan hatiye lêdan. Ji bo gerîla bi hêsanî stranek dikare derbikeve hole û wê stranekê heq bike. Li ser berxwedaniya zindanê gelek helbest û stran hatine derxistin. Çalakiya zindanê, çalakiyekî ku stran heq dikir e. Ji vê çalakiyê berhemekê hunerî tê afirandin. Ji berxwedanekî mezin berhema wê ya hunerî derdikeve holê. Gelek wênê jî derketinholê. Wê sibê peyker jî were çêkirin, wê berhemên muzîkê yên hîn pêşketî jî derbikevin. Wê gelek awaz, opera û eser ên wêjeyî derbikevin holê. Niha romanavê çalakiyê tê nivîsandin, dê sibê destana wê jî were nivîsandin. Çalakiya PKK’ê, bi tevahî çalakiya hunerê ye. Çalakiya PKK’ê, ji bo Kurdistanê dendika hemû hunera nû ye, çavkaniya wê ye û hema hema hemû taybetmendiyên hunerê digre nava xwe. Di Kurdistanê de hunereke bê PKK mirî ye. Ya heyî jî mirov jêre nikare bêje huner e. Hunera komara Tirkiyê, tevgereke dagirî ye. Hunera komara Tirkiyê, hereketa birjûwaya ku di Kudistanê de kevneşopiyên heyî û çalakiyên gel dixeniqîne, asîmîle û tine dike ye. Yanî huner mirî ye. Wê demê derketina holê ya PKK’ê, vejîna hunerê ye. Çavkaniya hunerê ye, danîna hêmana wê ye. Bejin dayîna dilê hunerê û giyana hunerê ye.
Di vê wateyê de huner, girtina ew giya nû şêwe dayîna wê ye. Mesele, çalakiyên gerîla deng didin, vî dengî bizivirîne stranê yan jî bizivirîne wêne û peykerekî. Ger çalakiyek ev dengvedan çêkiribe, divê li wê derê berhemên hunerê were bidestxistin. Mînak, pêwîste derbasî wêjeyê bibe. Mînakên jiyan û berxwedaniyê yên ewqasî pîroz û derdixîne holê hene ku ev jiyan û berxwedaniyên ku hene, dikarin bikin roman. Ewqas mînakên berxwedaniya milîtani ya PKK’ê heye kuteqez, divê em vana birijînin helbestekê û binivîsînin. Divê em vana bikin roman, heya vana bikin destan jî. Bi vî awayî wêjeya nivîskî wisa dikeve holê. Di vê xalê de pêwîste yekser wêje bikeve tevgerê. Di vê mijarê de wezîfe pir bi sînor tê bicih anîn. Di mijara pêk anîna hunera şoreşgerî de em lewaz in. Jiyana me, jiyaneke ku hestan vedixwîne ye. Di şênberiya PKK’ê de êş, azar, bêçaretî, hêvîkirin, hestên tên jiyîn ewqasî berfireh û bi eslin ku; teqez divê di wateya erênî de şewq bide hunerê. Xizaniyeke dewlemend ya hunera şoreşgerî heye. Pêwîste mirov bi sedan pirtûk, stran, wêne û peykeran bi pêş bixîne û çêbike. Ewqasî nirx hatin binax kirin, ger wana di binaxê de birizin, wê ev bi şêweyekê bişibe xiyanetê. Ger di vê mijarê de hunermend nikaribe rola xwe bilîze, wê xiyanetê li çavkaniya xwe bike. Yanî hunermend çavkaniya xwe nabîne û bi sedeqetê ne girêdayî çavkaniya xwe ye. Lewre jî ji çavkaniya xwe re berovajî dikeve. Êşên têne jiyîn, milên xirap jî, di wateya rexnekirinê de yan jî di wateya îbretbûyînê de milê wê yê paşverû jî dikare derbasî hunerê were kirin. Kirêtî jî derketine holê û neheqî jî derketine holê. Mirovên ku zilma TC’ê û pêk anînên wêyên hovane xistine hene, mirovên ku hêviyên wan hatine perçiqandin hene. Ger ev derbasî hunera rast bibe û ev were serxistin, dikare bibe namzeta xelata Nobelê û dikare bibe namzeta xelata Pulîtzerê jî. Ji ber ku têkoşîna mirovatî ya ku tê dayîn mijara gotinê ye. Ger bi qasî ku tê xwestin huner rola xwe bilîze, mirov dikare hinek berhemên binirx diyarî alema hunerê bike.”