“Li bajarê Osaka ya Japonyayê, R.Erdogan ne bi tenê destvala derket, têra xwe, xwe hetikand jî.
Hema bi tenê di wî dîmen û wêneyî de ye ku serokên her 20 dewletan bi hevre xwe ji çapemeniyê re pêşkêş di kirin de, ew rezaleta R.Erdogan aşkera û tazî radixist ber çavan.
Ji bo ku li kêleka Trump were dîtîn, xwe bi kotekî xist şûna serokê Çînê. Hema bi vêna tenê, xwe li ber raya giştî yê cîhanê hetikand û bû pêkenînê alemê.
Her wiha ew rûniştina bi şandeyek qelebalix li gel Trump û Trump bi wan gotinên ew şiband aktorên Hollywood û hwd.cara duyemîn li ber raya giştî ya cîhanê ew rezîl û riswa bûn.
Li gel van dîmen û wênayan, yê herî girantir û watedartir hevdîtin û peyamên hatin dayîn bû. Jixwe ji hevdîtin û peyamên R.Erdogan û mirîdên wî tu tiştekî şênber û ber bi çav tunebû. Lê yên Trump girîng bûn.
Mînak, di hevdîtina Trump û Serokê Çînê Şi Cinping de peyamên watedar derketin holê. Li gorî çapemeniyê, ew nakokiyên navbera xwe yên dijwar dane rawestandin û ji bo têkiliyên xwe yên aborî û bazirganî normal bikin, gihiştine li hevhatinekê û ew ê pêvajoyek danûstandinê bidin destpêkirin. Berî niha li gel Serokê Koreya Bakur Kim jî lihevhatibûn.
Ev biryara wan, hem pêşiyê li aloziyek cîhanî ya mezin didin girtin û hem jî êdî hedefa yekemîn û sereke dimîne Îran.
Jixwe Trump ji aliyekî ve dibêje, “bi dewlemendkirina uranyûmê ve Îran bi agir dileyze”. Ji aliyê din ve jî Îsrail dibêje, “ji bo şerekî çekdarî bi Îranê re me amadekariyên xwe temam kirine”. Bi vî awayî ji bo şer û êrîşa li ser Îranê her du dewlet jî hem gefan dixwin û hem bi lezgînî tevdigerin.
Li vê qonaxê, ya girêng ev e ku; Tirkiye li hember van pozîsyonên tundrew, her diçe tengavtir dibe û nizane ka ew ê çi helwestê nîşan bide. Ji ber ku Rûsya û Îran jî, dozê li Tirkiyeyê dike û jê dixwaze, “ka tu yê li gel wan soz û peymanên te dabûn me tu dimeşî yan na?”.
R.Erdogan û koma mirîdên xwe çûn gera Çînê û derbasî Hindistanê dibin. Lê diyar e li wan deran jî tu destekên siyasî yan jî bazirganî nestandiye.
Berdevk û şêwirmendê wî yê kevnar Îbrahîm Kalin, dibêje “hîn em li Japonyayê bûn du agahiyên weke zengilê hewarê/alarmê lê bide, ji me re hatin. Yek jê ketina fuzeyeke S-200 li nêzî Qibrisê, ya dudan jî helwesta tehdîdkar û dijminkarane ya Fermandarê Arteşa Neteweyî ya Lîbyayê General Hafter bû ku 6 erkdarên tirk dîl girtibûn.
Dostaniya Receb û Trump, weke ya kulung û rovî ye. Her yek li pey meqsed û mirazê xwe ye. Armanca herî mezin a Trump, weke tê zanîn dixwaze wî bikişîne şerê li dijî Îranê. Li aliyekî din jî, dibêje Receb 65 hezar leşkerê xwe anibû ser sînor û dixwest li kurdan bide, min nehişt û hwd!
Li aliyekî din ve, di çapemeniyê de tê gotin ku di van her du heyvên dawî de, 17 dewletên mezin heyetên xwe şandine bakur-rojhilatê Suriyeyê û fermî seredana Rêveberiya Xweser kirine. Her wiha DYE, Siûdî û hwd. vê dema dawî alîkariyek lojîstîk a mezin şandine vê herêmê û aşkera dibêjin ‘hêzên kurd (YPG û hwd.) dostên me û hevalbendên me ne û hwd.’
Nûçeyek din a ku R.Erdogan gelek aciz û hêrs kiriye jî derketiye çapemeniyê. Dibejîn Fermandarê YPG’ê çûye li Cenevreya Swîsrê, li gel Nûnerê NY’yê peymanek fermî bi hev re îmze kirine.
Îcar R.Erdogan ji çar alî derbeyan dixwe, weke marê birîndar bûbe ew jî hema êrîşî her alî dike û bê guman armanca wî ya sereke jî êrîşkariya ser kurdan e. Lê wisa diyar e ev serberjêr çûyîna wî bi leztir bûye û ew ber bi jêr hildiweş e. Belê kurd ber bi jor ve hildikişin!
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ahmet Aktaş