MEXMÛR – 4’emîn konfaransa Tendirustî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hilbijartina Rêveberiya nû ya ku ji 18 endaman pêktê bi dawî bû.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdi (Mexmûr) ku her dû sal carek konfaransa Tendirustî tê li darxistin. Îsal ji bi Şîara ‘Civakek bi tendirust, bi rêbertî û îradeyek azad pêkane’ bi bejdarbûna 200 delegeyan li salona konfaransê 4’emîn konfaransa Tendirustî ya Mexmûr pêk hat û bi hilbijartina rêveberiya nû ya ji 18 endaman pêktê bi dawî bû. Her wiha di konfaransê de bal hat kişandina li ser zarokên kêm endam û gotin: “Bi çêkirina ‘Hêviyê’ ji bo zarokên Otîzm û Down xedî li rengê civakê derkeve.”
Piştî axaftina vekirinê rapora dû salan ya xebatên Tendirustî, rewşa sîyasî û rêxistinî hat guftûgokirin.
Piştî guftûgokirina rewşa rêxistinî rêzikname û pêşnûme biryar hat xwendin, piştî xwendina pêşnûmebiryarê, rêveberiya nû ya ku ji 18 endaman pêktê hat hilbijartin û ji endamên ku hatine hilbijartin re merasîma sond xwarinê hat li darxistin.
Piştî merasîma sond xwarinê axaftina girtinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Wargeha Mexmûr Huseyn Kara ve hat kirin û got: “Di kesyetên em anin vê astê de, em bi rêzdarî bir tînin. Di Wargeha Mexmur de konfaransek wiha lidarxistin, ji bo pirsgirikên giştî yên tendirustiyê ji bo wargehek ya penaberan tiştek pir giringe. Li vê derê nîqaşên pir berfireh hatin kirin. Di vê konfaranê de ji bo civaka me pirsgirêkên tendirustî bi bersîve. Hemû havalên ku li vê derê hatine hilbijartin em jêre serkeftinê dixazin. Hemû hevalên ku di vê konfaransê de erk girtî wê di vê çarçoveya ku em têde dijîn de bi xwebitin. Hemû delegeyên di vê konfaransê de cih girtî li ser paradikmeya netewa demoqratîk nêrîn û fikra wan hemû yeke. Di dawî de jî ez vê konfaransê li Rêbertî, Şehîdên tevgera azadiyê, civaka Mexmur, û hemû delegeyên amade pîroz dikim û serkeftin be.”
4’emîn konfaransa Tendirustî ya mexmûrê bi duruşmeyên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.