BÎNARÊ QENDÎL – Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewlata Tirk ji 14’ê Hezîranê ve li Bînarê Qendîlê kon vedan û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Di roja 23’emîn de Ciwanên Enternasyonal çûn serdana çalakiyê û piştgiriya xwe ji bo çalakiyê da nîşandan. Ciwanên Enternasyonalîst êrîşên dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir û bang li raya giştî ya navnetewî kir ku li hemberî hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina axa Başûrê Kurdistan bêdeng nemînin. Di bangawaziya xwe de Ciwanên Enternasyonalîst komkujiya li Kortekê şermezar kir û bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyê yê qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye armanc.