BRADOST – Li dijî dagirkeriya dewleta tirk Ciwanên Başûrê Kurdistanê di 24’ê Hezîranê li Bradostê çalakiya Mertalên Zindî da destpêkirin. Îro çalakiya ciwanan ya Mertalên Zindî li Bradostê di roja 13’emîn de didome. Welatiyên herêma Bradost rojane serdana çalakvanan dike. Îro jî malbatek ji Bradost çûn serdana çalavanan û çalakiya wan pîroz kir û piştgiriya xwe daxuyakirin.
Çalakvanên Mertalên Zindî jî diyarkirin ku wan ji serdana welatiyan hêz û moral girtiye û xwedî derketina li vê çalakiyê erkeke nîştîmaniye. Di derwamiya axaftina xwe çalakvan bang li hemû gelê Bradost kir ku werin cihê çalakiya Mertalên Zindî û li dijî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin. Welatiyan jî çalakiyê pîroz kir û bang li hemû Ciwanên Bradost kir ku ew jî li dijî êrîşên dagirker bibin mertal.
Çalakvanan û Welatiyan bihevre stranên şoreşger gotin û bi coş û moral roja xwe bihevre derbaskirin.