MARSÎLYA – Çalakiya ku saet 19:00’an destpê kir bi sedan kes li ser rêya Canebîere ya herî qelebalixe kom bûn, dirûşmên dilsoziya bi PKK’ê û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re qîrkirin.
Ciwanan di meşê de li gel hildana alên PKK’ê û KCK’ê dowîz û pankartên bi zimanê Fransî hildan û ketin meşê, bê navber dirûşmên ‘Dîktator Erdogan’ qîr kirin.
Di meşê de nerazîbûn nîşanî hevkariya hikûmeta Hewlêr bi taybet a PDK’ê ya li gel dewleta Tirk hate dayîn.
Piştî meşê li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya li Marsîlyayê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de axaftinên Kurdî û Fransî hatin kirin. Di axaftinan de hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk hatin şermezarkirin.