STOLOTHURN – Girseya gel li ber strasyona trenê ya navendî ya Solothurnê li hev kom bû û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Daxwaza me piştevaniya bi Kurdistanê re ye” hate vekirin.
Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK’ê hatin hildan û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin.
Li gel qîrîna dirûşman her wiha der barê êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê belavok hatin belavkirin.