Qamişlo – Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava û Bakurê Sûriyê Festîvala Jinên Ciwan ya bi navê Ş.Stervan ya Çand û Huner û Sporê bi rêxistin dike.
Ev festîval li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriye wê were li darxistin. Tê zanîn ku 1’emîn Festîvala Ş.Stervan sala par li bajarê Dêrikê hate li darxistin. Îsal jî wê li bajarên cûda ên Bakurê Sûriyê wê were lidarxistin.
Roja 15 Tîrmehê saet 16:00 wê li Kobanê were li darxistin.
Roja 16 Tîrmehê saet 10 :00 wê li Tebqa were li darxistin.
Roja 19 Tîrmehê saet 16:00 wê li Qamişlo were li darxistin.
Her wiha di Festîvala îsal de programê pir zengîn û dewlemend hene. Têde wê Govend, Stran, Sinevizyon, Lîstok û Spor, Şano, Dîlan û Folklor wê were pêşkêşkirin. Û Stranbêjê Çopî Fetah û Koma Elenya û Koma Stêrka Zêrîn û stranbêjên sûrprîz wê di vê festîvalê de amade be.
Her wiha di derbarê amadekariya Festîvalê Berîvan endama komîta amadekar ji me re axivî û got : “Em heta niha lafîte û afîş û dawetname bi rihekî herî heyecan û kêfxweşî me belav kir, her wiha me sopt ji bo festîvalê û sinevizyon amade kir û em niha ji bo festîvalê sergî amade dikin.
Komîta amadekar bang li hemû Jinên Ciwan ên Rojava û Bakurê Sûriyê kir ku tevlî konserê bibin û got: tevlîbûna we cihê bextewariya me ye.