QENDÎL – Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb bi nasnav Helmet beriya şehîd bikeve li Qendîlê civînek li gel pêşmergeyên Dêrîn yên herêma Silêmanî çêdike û ji pêşmergeyên Dêrîn daxwaz dike têkoşîneke hevpar li dijî dagirkeriya Tirk bidin.
Hevserokatiya Konseya KCK’ê îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi awayeke plankirî û bi hevkariya hêzên noker û sîxur yên herêmî di encama êrîşên balafirên şer yên Tirk de li gel du rêhevalên xwe şehîd bûye.
Pêşmergeyên Dêrîn ên bi armanca piştgirî dayîna gerîla û mertalên zindî 27’ê Hezîranê serdana Binarê Qendîlê kiribûn û ji aliyê Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ve hatibûn pêşwazî kirin. Diyar Xerîb jî têkildarî armanca dagirkeriya Tirk û girîngiya yekîtiya netewî civînek çêkiribû.
Di civînê de behsa rol û qehremaniya pêşmerge ya li dijî dagirkeran û ji pêşmergeyan daxwaz dike li dijî dagirkeriya Tirk jî rola xwe ya pêşeng bilîzin.
Berfirehiya nirxandinên şehîd Diyar Xerîb di dîmen ku RojNews parvekiriye de hatiye dayîn: