BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel got ku “Di vê çalakiyê de ya ku bi taktîka serdema nû hatiye amadekirin, derbên giran li dijmin hatiye xistin û tiştek bi gerîlayan nehatiye. Em hemû rêhevalên di vê çalakiyê de pîroz dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.”
Di peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de ev tişt hate diyarkirin:
“Di bin fermandariya we de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 5’ê Tîrmehê saet di 10.30’an de li dijî konvoya leşkerî ya dagirker a ku ji alaya Êrîşê ya Çelêya Colemêrgê diçû Girê Xeregolê çalakiyeke serkeftî û encamgir hatiye lidarxistin.
Di nava rojê de, li qadeke ku dijmin xwe gelekî ewle hîs dike, bi nepeniyeke kûr û bi sebreke mezin wê kemîn li ber konvoya dijmin daniye û derbên giran lê daye. Ev çalakî li gorî taktîka demê ye.
Ligel ku di destê dagirkeran de her cure teknîk hene, gerîla bi derfetên biçûk û bi giyanekî afirîner ev çalakî li dar xistiye. Careke din îrade, bawerî û afirîneriya gerîlayan derketiye holê.
Di vê çalakiyê de ya ku bi taktîka serdema nû hatiye amadekirin, derbên giran li dijmin hatiye xistin û tiştek bi gerîlayan nehatiye. Em hemû hevrêyên di vê çalakiyê de pîroz dikin û serketinê ji we re dixwazin.”