NAVENDA NÛÇEYAN – Duh êvarê bi sedan ciwan û şêniyên navçeya Girkê Legê ya Qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û binpêkirinên li ser erdnîgariya Kurdistanê, meşeke bi meşaleyan li dar xist.
Meşê ji Kolana Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û ber bi rêya kolana bajarokê Rimêlanê ve dewam kir. Meşvanan sloganên “Na ji êrîşan re” û “Bijî berxwedan” berz kirin.
Di meşê de hate tekezkirin ku tekane rêya têkbirina siyasetên dagirkeriyê, rêya berxwedanê ye û meş li dawiya bajarokê Rimêlanê bi dawî bû.