BEHDÎNAN – Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hevalê Şahîn timî bi rola xwe ya milîtanî û pêşengiyê tevgeriya, di nava têkoşîna PKK’ê de bi kedeke mezin, fedakarî û milîtaniyê bû pêşengekî mînak.”
Daxuyaniya KCK’ê ya der barê mijarê wiha ye:
“Her gel, her şoreş lehengên xwe diafirîne. Tevgera PKK’ê jî bi afirandina deh hezaran lehengan şoreşa gelan pêk tîne. Her milîtanekî PKK’ê bi hêviya welatekî azad dibin xwedî kêliya dîrokî û şoreşgerî. Hevalê Şahîn jî di temenekî ciwan de rastiya dijmin nas kir, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê qebûl nekir û tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê me Şahîn di nava têkoşîna PKK’ê de di temenê ciwantiyê de gelekî bi pêş ket. Bû kesayetekî mînak ku li ruhê berxwedana sûrê û ruhê bexwedana Amedê tê. Rola pêşengî û milîtaniyê timî pêk anî, di nava têkoşîna PKK’ê de bû xwedî kedeke mezin û di fedakarî û milîtaniyê de bû mînak ji hevalên xwe re. Hevrêyê me Şahîn bi kedkarî, dilnizmî û kesayeta xwe ya têgihiştî dihate naskirin. Her tim xwedî ruhê berxwedanê bû. Planên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd qebûl nekir, xeta milîtanî û fedayî ya pêşeng a PKK’ê pejirand, bû milîtan û ewladekî bi rûmet ê gelê xwe û bi vî rengî navê xwe li dîrokê nivîsand. Hevrê Şahîn navê xwe li rojnivîska berxwedanê ya Mazlûman, Kemalan, Zîlanan û Bêrîtanan nivîsî û tevlî karwanê nemiran bû. Bi bîranîna xwe biryardarî û misogeriya serketinê weke wezîfe ji hevrêyên xwe re hiştiye. Serketin soza me ye ji bo hemû şehîdên me.”