BRADOST – Di encama komploya îxanetkar û êrîşên dewleta tirk a dagirker Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û gerillayê bi navê Şahîn (Abdulkadir Aslan) şehîd ketibûn. Çalakvanên Mertalên Zindî li Bradostê der barê şehîdxistina wan daxuyanî da.
Amed Başûr ku daxuyanî xwend wiha got: “Em vê komploya ku bi destê dewleta tirk a dagirker û bi hevkariya îxanetkaran pêk hatiye bi tundî şermezar dikin. Em wek çalakvanên Mertalên Zindî em ê li ser soza tolhildanê hesabê vê komployê bixwazin. Dem dema li dijî dagirkeran û îxanetkaran buyîna yek hêz e. Em ji vir de bang li hemû Ciwanên Kurdistanê û taybet Ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî vê îxanet û dagirkeriyê derkevin û bibin yek hêz.”
Daxuyaniya Ciwanan bi sloganên “Bimre İxanet” û “Bijî Kurdistan” bidawî bû.