BRADOST – Çalakvanên Mertalên Zindî der barê girtina Hevalê xwe yê ku doh ji milê asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin da raya giştî.
Çalakvan Navdar Başûr ê ku daxuyaniyê xwend got ‘divê asayîşa PDK’ê Hevalê me zû berde’ û wiha berdewam kir: “Doh dema welatiyên herêmê xwestin werin cihê çalakiyê rastî astengiyên asayîşa PDK’ê hatin û dema berbi saetên evarî hevalê me ê çalakvan xwest biçe mala xwe dîsa ji milê asayîşê PDK’ê ve rastî astengiyan hate û ew binçavkir. Em vê xeta îxanetkar ya PDK’ê şermezar dikin. Divê hevalê me ê çalakvan ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk di nava çalakiyê debû bi lêz bê berdan.”