NAVENDA NÛÇEYAN – Li Elkê di serdegirtina malan a 5’ê Tîrmehê de Agît Dûrmûş, Azîz Aykût, Ramazan Aykût, Şaban Çokdogan, Şukru Guven, Alî Akdag, Ekrem Yîgît û Selîm abî hatibûn destgîrkirin.
Ramazan û Azaz Aykût ên ji ber nexweşiya penceşêrê bûn hatin berdan, her 6 kesên din roja Duşemê bibin pêşberî dadgehê.
Dozgeriyê ji ber tevlîbûna wan a salên borî ya xwe pêşandan û cezayên terorê her 6 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Dadgehê biryara girtinê ji bo Alî Akdag, Şaban Çokdogan û Agît Dûrmûş da, her 3 kesên din jî hatin berdan.
Li navçeya Pêrtag a Dersimê jî sibeha Duşemê polîsan bi ser hinek malan de girtin.
Di serdegitinê de endamê Meclîsa Giştî ya HDP’ê Mîthat Kayan ê di mala xwe ya li gundê Dorûyat a girêdayî navçeyê de, Huseyîn Can jî li mala xwe ya li navenda navçeyê de hate destgîrkirin.
Kayan û Can birin Miduryeta Emniyetê ya Dersimê. Her du kes bi sûcê ‘alîkarîkirina rêxistinê’ tên sûcdarkirin.