NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî êrîşên dagirker yên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê Yekîneyên Tolhildana Şehîd Helmet çalakiya bi molotofan çalakî pêk anîn. Li bajarê Silêmanî Yekîneyê Tolhildanê molotofan avêtin kargehek ku girêdayî dewleta tirk a dagirker e. Li kargehê biletên balafiran dihat firotin.
Yekîneyên Tolhildana Şehîd Helmet berbi saetên evarî li bajarê Silêmanî molotofan avêt kargehek ku biletên balafiran difiroştin û girêdayî dewleta tirk a dagirker e. Piştî çalakiyê kargeh bi temamî şewitî û bêkêr bû.